Tiştekî Tevgera Vejînê bala min dikşîne, heval û terefdarên
wê, beşdarên civînan ne kesên rîspî û porsipî ne, ne kal û pîr in, gişk ciwan
in, keç û xort in.
Ez bala xwe didim civînênên wan, kesên beşdar ne kal û pîr in, ne kesên rîsipî
ne, giş keç û xortên ciwan in. Di civînên wan da kesên rîsipî qet bi ber çavên
min nakevin.
Girseya(başdarên) partiyên din, DEM partî jî di nav da hemû kesên rîsipî ne,
ciwan tune ne.
Di nava tevgerên îslamî da ciwan hene, pir in. Lê di nav tevgerên çep û kurdperwer da
ciwan ya tune ne ya jî jimara wan pir hindik e.
Sebebê partiyên kurdan xurt nabin, nikanin ji milet ra bibin alternatîveke bi hêz, pêbawer tunebûna ciwanan e. Tevgereke ciwan di nav da tunebe mirî ye, xurt û mezin nabe.
Berê pêşengên tevgera kurd a netewî ciwan bûn, xwendekarên zanîngehan bûn, lema xelkê ji wan ra digot telebe.
Pêşengên partî û tevgerên kurdan gişan, bêyî îstîsna ”telebe”, xwendekarên zanîngehan bûn, kesên ciwan bûn.
Lê nuha ciwan nayên nav siyasetê, kal û pîr jî dev ji partiya xwe, dev ji havlên xwe bernadin, naçin ba hêzeke din.
Ciwan wek berê nabin pêşeng û girseya siyaseta kurd a netewî, ji dêlî wê xwe dane xwendinê.
Qismek jî direvin Ewrûpayê, Amerîkayê û welatên derve. Ji ber wê jî bingeha, girseya tevgera kurd a siyasî, netewî nemaye, pir û pir zeîf bûye.
Di
nava tevgerên îslamî da rewş ne wiha ye, ciwan hene. Hebûna Tevgera Vejînê û
yên wek wan kurdperwer baş e, bingehê
tevgera kurd a netewî vala nahêle.
Tevgerên çep, komunîst ji bin da tune ne, hin ferd hene, lê ne hêz û girs ene.
Di civata me da guherîneke sosyolojîk ya pir mezin çêbûye. Di dînamîkên civata me da guherîneke mezin çêbûye. Ciwan wek berê êdî
nakevin nav siyasetê û jin di nava tevgera netewî da zêde bûne.
Ya din jî ciwan xwe didin xwendinê. Bi hezaran kurdên bûne akademîsyen,
profesor, dîrokzan, zimanzan, lêkolîner hene, her yek bi 3-4, 5-6 zimanan zane.
Li gorî 50-60 sal berê di civata me da guherîneke, pêşketineke pir mezin e. Û
helbet pir baş e, gelkî kêfa min tîne.
Meriv ciwanan tenê di meş û civînên HUDAPARê û yên Tevgera VEJÎNê da dibîne.
Hebûna ciwanan kêfa min tîne, hêviyekê dide min.
Çimkî ciwan êdî wekî berê, wekî salên 60, 70,80î nakevin nav siyasetê, xwe ji
siyasetê dûr digrin, nabin endamên partiyan.
Li Ewrûpayê jî ciwan êdî wek berê nakevin nav siyasetê, çepîtiya berê nemaye,
hin aktîvîstên hawirdorparêz, xwezaparêz hene.
Wek min li jor got, li Kurdistana Bakur û Başûr ciwan di nav tevger û xebata
siyasî da tune ne, hema hema giş kesên 60-70 salî ne.
Lê di nava tevgerên îslamî da ciwan pir in. Dibê civaknas li ser vê meselê
lêkolînê bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar