Li Stenbolê çend ciwanên me yên jîr, jêhatî ev saleke bi navê “Gêj Stand-Up”ê derdikevin sehnê, bi henek û mîzaha kurdî kurdên Stenbolê îhya dikin.
Stand Upa wan di nava kurdan da deng daye.
Ji bo vejîn û xurtkirina ruhê netewî, ji bo belavkirina kurdî û teşwîqkirina ciwanan berbî kurdî va stand-upa kurdî ji muzîkê jî bi tesîrtir e.
Însên fêrî kurdî dike, cesaretê dide ciwanan zimanê xwe fêr bibin û bipeyivin. Di nava ciwanan da pêşketina stand upê, programên podcastê pir baş e. Him zimên, mîzaha me bi pêş dixwîne, him jî ruh û hestên kurdî bi ciwanan ra xurt dike. Kana hin kabîlîyetan jî derxîne. Yanî feydeyên wê pir in.
Ez van xortan ji dil û can pîroz dikim. Li dijî asîmîlasyonê
karekî pir muhîm dikin.
Ji bo vejîna ruhê netewê, fêrkirina kurdî tu tiştekî din bi
qasî stand upa kurdî ne bi tesîr e, rola mamostetiyê û xurtkirina hestên netewî
dilîze.
Însan ne li dibistan û dersxaneyan,li solanên sînemê û
şahiyan bi mîzahê,bi ken û laqirdiyan fêrî zimanê xwe û mîzaha kurdî dibin.
XXX
Di jiyanê da, di siyasetê da dirist bin, rastgo bin hûnê tim
li karê bin, hûn ji ratgoyiya xwe tu carî ne zirarê bibînin, ne jî serberjêr
bin.
Merivê rastgo wek şîrê mîhan pak e, tim piştrast û serbilind
e. Rastî bibe dezî jî naqete.
Tiştê însên pir pîs û bêşexsîyet dike derew e, bira ji we
dûr be...
XXX
Firat Aydinkaya, Sînan Gultekîn, Aydin Ekîn li ser wergera
"Bindest Dikanin Biaxivin" sohbeteke pir xweş, bi feyde dikin. Hêjawî
guhdarîkirinê ye, jê bêpar nemînin.
Pall Weşan kitêbên pir muhîm çap dike, xwediyê weşanxana
Pallê Înan Eroglu eynî wek moza hingiv e, li ku derê kulîlkek xweş hebe diçe li
ser vedinije.
XXX
Hin tajiyên me ji miletê xwe ra nêçîrê nakin, fêrî
nêçîrvaniya ji xelkê ra bûne. Hêza xwe,zanîna xwe, ilmê xwe, qelema xwe nakin
xizmeta miletê xwe, dixin xizmeta tirkan û tirkî.
Xîret û namûs bi her kesî ra tam tune ye, tu çiqas sîr û
pîvaz di pozên wan va dikî jî li ber xwe nakevin.
XXX
Xemla konan çît û stûn in
Xemla keran herdu guh in
Xemla qazan meş e
xemla qîzan kezî û bisk e
Xemla jinê kofî ye
Xemla xortan tûncik û temerî ye
Xemla malê kebanî ye
Xemla mirêşkê hêk e
Xemla rez rezvan e
Xemla rûvî boç e
Xemla serî kum e
Xemla şûv toxim e
Xemla zeviyan genim e
Xemla zivistanê serma û berf e
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar