Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Enqerê (Ank-Ar)li ser Abdulah Ocalan û Selahetîn Demirtaş, gelo kîjan bêtir nûnertiya kurdan dike, kîjan bêtir mafê kurdan diparêze ankêtek çêkiriye.
Pirs ev bûye:
"Li gorî nêrîna we Selahattîn
Demirtaş ya jî Abdullah Ocalan, kîjan baştir nûnertiya daxwaz û nêrînên kurdan
dike?"
Ji sedî 63,9ê beşdaran piştgirî daye Selahetîn Demîrtaş wek nûnerê kurdan dîtiye
Ji sedî 22,6ê beşdaran jî gotiye Abdullah Ocalan baştir temsîl dike, baştir diparêze.
Ji sedî 13,5ê beşdaran jî gotiye tu fikra wan li ser vê
pirsê tuneye.
Ez mesela nûnertiya Demirtaş didim aliyekî, tiştekî li ser nabêjim, dixwazim li
ser Evdila Ocalan dîtina xwe bibêjim.
Di vê ankêtê da jî baş xuya dibe, Evdila Ocalan êdî ji baş rûmet da ketiye, piraniya
melet êdî wî wek serokekî, wek siyasetmedarekî xwe nabîne. Ev pêşketineke pir
baş e.
Lê ji sedî 22,6ê hîn hêviyekê ji Evdila Ocalan dikin pir e, ne baş e; dibê ji
sedî yekê jî Evdila Ocalan wek siyasetmedarekî miletê kurd nedîta, jê hêviyek
nekira. Çimkî ew bûye zilamê dewletê û ji bo kurdan jî mafekî herî biçûk jî
naxwaze.
Evdila Ocalan di 50 salên serokatiya xwe da mala kurdan wêran kir.
Bi hezaran keç û xortên kurd yên herî canfîda kuştin û dan kuştin. Nifşekî
ciwanên kurd qir kir.
Bi hezaran seqet kirin, ji perwerdeya wan dûr xistin.
Bi hezaran keç û lawên me di zindanên tirkan da seqet û nîvmerî bûn.
3-4 milyon kurd ji Kurdistanê bi çolan ketin, çûn nava tirkan. Piranî li wir heliyan,
bûn tirk.
Bi şerê xwe bûn sebebê valakirina bi hezaran gundên kurdan. Bi hezaran kurd bûn
qorîciyên dewletê.
Miletê kurd ev zirara mezin, ev fedekarî giş ji bo azadî û serxwebûna xwe kir.
Evdila Ocalan, PKkê soza azadî û serxwebûnê da kurdan, milet jî ji wan bawer
kir û her fedekarî kir. Bi hezaran ewladên xwe dan wan.
Nuha jî Evdila Ocalan rabûye dibêje ew serxwebûnê,
federasyonê, otonomiyê, heta statuyeke kulturî jî ji bo kurdan naxwaze. Bi hin
demagojiyan kurdan fêrî qebûlkirina bindestiya ebedî dike, dihewisîne koletiya
tirkan.
Merivekî hewqasî xerabî bi miletê xwe kiribe gerek were ricimandin, ne ku ji
alî ji 22ê kurdan ve were hezkirin.
XXX
Ne bi lezê, ne bi bezê, ne jî bi rêberiya merivê kuş, merivê
ne tu tişt, ne hêjayî serîyekê sîr û pîvazê nagihîja tu meqsed û mirazê.
Miriyên gorran ranabin, merivên xerab çênabin. Ji hesinê
xerab şûrê baş çênabe, gerek meriv viya bizanibe.
XXX
Serokê Komîsyona Dadê yê Parlamentoyê Cuneyt Yuksel gotiye:
”Heta ku fesihkirina rêxistinê(PKKê) û danîna sîlehan ji
aliyê saziyên dewletê ve neyê piştrastkirin tu gavên yasayî ewê neyên avêtin.
Merhela herî krîtîk a vê pêvajoyê çekdanîn û fesixkirina PKKê ye.Piştî destnîşankirina
vê yekê gavên yasayî kanin werin avêtin.”
Wek xuya dike, hukûmeta AKPê bi tiştên PKKê heta nuha kirine
nayê serî, dibêje gerek werin teslîm bibin, dûra emê bifikrin.
Dibêje tiştê heta nuha bûye nîna ye, em li bende tirnîna yê
ne. Piştî ew jî bû, emê binêrin…
Dema hereketek bi gotinên, bi emrê êsîrekî, zilamekî
dewletê(Evdila Ocalan)rabe û rûne, wî wek rêberê xwe qebûl bike aqûbeta wê
hereketê têkçûneke mezin e.
Yê qikê ji xwe ra bike rêber bîvila wî ji nav sergo dernayê.
PKKê bi rêberiya A.Oclan mala xwe jî,mala kurdan jî şewitand.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar