14 maj 2026

Sefîn Dizeyî serokê Tirkiyê Erdogan wek dostekî Mesrûr Barzanaî yê ji dil dibîne

Berpirsê peywendiyên derve yê hukûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji ber ”hurmet û dostaniya kûr” a serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bi Mesrûr Barzanî ra pir kêfxweş bûye û gelkî pesnê Erdogan daye, gotiye:

”Serokkomar Erdogan ji ber rêz û dostaniya kûr a bi Serokwezîr Mesrûr ra, protokol xera kir, heta hewşa ofîsa xwe, Mesrûr Barzanî bi rê kir..."
Ji ber vê pêşwezîkirina Erdogan a sexte, durû, wek siyasetmedarekî kurd meriv bi vê heyraniyê qala serokê dewleta dagirkerê welatê xwe nake.

Lê ji heyraniya Sefîn Dizeyî wer xuya ye ew Erdogan ne wek dijminê miletê xwe, wek dostekî Mesrûr Barzanî yê ji dil dibîne.
Tirk dibêjin,”heta tu ji ser pirê derbas bî tu yê ji hirçê ra bibêjî xalo.”
Erdogan li gorî şîreta mezinên xwe hereket kiriye. Sefîn Dizeyî efendî jî ji me ra reqlama vê şalûziya Erdogan dike.
Li dinyayê siyasetmedarekî tu miletekî bindest, welatê wî dagirkirî bi heyraniyê pesnê dijminê xwe nade.

XXX

Ne bi lezê, ne bi bezê, ne jî bi rêberiya merivê kuş, merivê ne tu tişt, ne hêjayî serîyekê sîr û pîvazê nagihîja tu meqsed û mirazê.

Miriyên gorran ranabin, merivên xerab çênabin. Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe, gerek meriv viya bizanibe.

XXX

Ahmed Turk di beyanek xwe da gotiye,””Kurdistan navê herêmeke coxrafîk e” .
Mehmet Mamaş jî ev tarîfa Ahmed Turk rexne kiriye, gotiye, ev tê maneya Ahmd Turk, Kurdistanê wek herêmeke Tirkiyê, ”wek Kilikyayê, wek Kapadokyayê, wek Çukurovayê” dibîne

Camêrekî bi navê Rustem Turk(belkî yekî ji malbata Ahmed Turk e) ji vê rexneya Mehmet Mamaş aciz bûye, gotiye:

”Te li wir cumhûrîyetek ava kiriye gelo haya mej ê çê nebûye? Kînga te îlan kir, emê bi navê dewleta tu di dixwazî bi nav bikin.”

Min jî ev bersîva jêr da Rustem Turk:

"Rustem Turk, Li gorî vê tinaza te ya bi Kurdistanê, heta em Kurdistanê îlan nekin dibê em qala wê nekin.
Ewladê miletekî bindest, welatekî dagirkirî, ji kurdekî ra dibêje qala navê Kurdistanê meke, kînga te Kurdistan ava kir wê çaxê qalê bike.
Wek kurdekî meriv çawa kane hewqasî bibe xerîbê welatê xwe meriv fêm nake. Trajediyeke ji viya mezintir tune ye."

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar