Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping li paytexta Çînê Pekînê civiyan û çend peymanên tîcarî, aborî abor îmze kirin.
Li gorî xeberên medyaya Swêd Çînê piştgirî daye vebûna Tengava Hurmizê û gotiye dibê Îran nebe xwedî sîleha atomî.
Îranê îro hîştiye 30 keştiyên Çînê ji Tengava Hurmizê derbas bin. Ev, miheqeq
piştî bazarekê bûye.
Meleyên Îranê viya belaş nakin.
Gelo di bazarê da Donald Trump li karê ye ya jî Xi Jinping ?
Trump xwestiye Xi Jinping zeyt bike, gotiye: ”ji bo min şerefeke
bi hevalê te bim.”
Xi Jinping jî gotiye,
”divê em hevkarên hev bin, ne reqîbên hev bin, em kanin alîkariya hev bikin, biserkevin
û serkeftinê bi dest bixin.”
Yanî şalûziya Trump pere nekiriye, Xi Jinping bersîveke pir sergiran û dîplomatîk
daye.
Kê şertên xwe bi kê da qebûlkirin?
Xi Jinping di mesela Taywanê da tawîz nedaye, ji Trump ra gotiye şaşiyek we
kane bibe sebeba şer. Di vî warî da tu kes nikane ji Çînê tawîzê bigire, Trump
viya zane.
Ez bawer dikim Trump dev ji piştgiriya Taywanê berde. Ewê sîlehan jî nefroşe
Taywanê.
Çînê bi bertîla kirîna çend balafiran û hin îtxalatên din, Amerîka ji Taywanê
dûr xist.
Donald Trump nikanîbû Çînê ji hevkarî û tîcareta bi Îranê û Rûsyayê dûr xîne.
Tiştê ez dibînim çîniyan bi hin bertîlên
aborî şertên xwe bi Trump dan qebûlkirin. Çînî li karê ne.
Ji xwe Trump û Amerîkî nikanin bi çîniyan ra kaban bavêjin.
Çînî merivên nayên kirîn û ji gefa kesî jî natirsin.Çimkî di her warî da pir
xurt in, ji Çînê bêtir Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê mecbûrî Çînê ne.
Belkî ji sedî 60-70î malên mexezeyên Ewrûpayê, Amerîkayê hemû malên Çînê ne.
Ji bo wê jî ne Amerîka, ne jî Yekîtiya Ewrûpayê nikane tawîzê ji Çînê bistîne.
Aboriya Çînê hema hema bi qasî ya gişan e. Çîn li gorî aboriya xwe, li gorî
mezinahiya xwe hereket dike û dipeyive.
Netîce meriv kane bibêje, fortên Trump pere nekir, teslîmî Xi Jinping bû. li paytexta Çînê Pekînê civiyan û çend peymanên tîcarî, aborî abor îmze kirin. Li gorî xeberên medyaya Swêd Çînê piştgirî daye vebûna Tengava Hurmizê û gotiye dibê Îran nebe xwedî sîleha atomî.
Îranê îro hîştiye 30 keştiyên Çînê ji Tengava Hurmizê derbas bin. Ev, miheqeq
piştî bazarekê bûye. Meleyên Îranê viya belaş nakin.
Gelo di bazarê da Donald Trump li karê ye ya jî Xi Jinping ?
Kê şertên xwe bi kê da qebûlkirin?
Xi Jinping di mesela Taywanê da tawîz nedaye, ji Trump ra gotiye şaşiyek we
kane bibe sebeba şer. Di vî warî da tu kes nikane ji Çînê tawîzê bigire, Trump
viya zane.
Ez bawer dikim Trump dev ji piştgiriya Taywanê berde. Ewê sîlehan jî nefroşe
Taywanê.
Çînê bi bertîla kirîna çend balafiran û hin îtxalatên din, Amerîka ji Taywanê
dûr xist.
Donald Trump nikanîbû Çînê ji hevkarî û tîcareta bi Îranê û Rûsyayê dûr xîne.
Tiştê ez dibînim çîniyan bi hin bertîlên
aborî şertên xwe bi Trump dan qebûlkirin. Çînî li karê ne.
Ji xwe Trump û Amerîkî nikanin bi çîniyan ra kaban bavêjin.
Çînî merivên nayên kirîn û ji gefa kesî jî natirsin.Çimkî di her warî da pir
xurt in, ji Çînê bêtir Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê mecbûrî Çînê ne.
Belkî ji sedî 60-70î malên mexezeyên Ewrûpayê, Amerîkayê hemû malên Çînê ne.
Ji bo wê jî ne Amerîka, ne jî Yekîtiya Ewrûpayê nikane tawîzê ji Çînê bistîne.
Aboriya Çînê hema hema bi qasî ya gişan e. Çîn li gorî aboriya xwe, li gorî
mezinahiya xwe hereket dike û dipeyive.
Netîce meriv kane bibêje, fortên Trump pere nekir, teslîmî Xi
Jinping bû.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar