15 maj 2026

Mezlûm Ebdî rêwiyê Anqerê û Îmralîyê ye


Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî gotiye, ji bona çûna Anqerê û hevdîtina bi Evdila Ocalan ra hazirî tê kirin.

Di malpera Al Monîtorê da Amberîn Zamana rojnamevan ji fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî pirsî ye:
-Tu yê herî Anqerê?
Mezlûm Ebdî:
-Em dikanin bibêjin haziya pilanên wiha tê kirin. Kane bi Îmraliyê ra jî hevdîtinek were kirin.

Tirk heta do li dû kuştina Mezlûm Ebdî bûn, ew terorîstê herî mezin bû, ji xêrê ra wî nabin Anqerê û ba Evdila Ocalan. Tirkan bi alîkariya Evdila Ocalan HSD, PKK teslîm girtin.

Êsîrekî bûye merivê dewleta tirkan û ji bo miletê tu mefekî netewî naxwaze çawa kane vî hukmî li hewqqas însanî bike, hereketên bi hezaran şehîd dane têxe bin emrê xwe meriv matmayî dimîne.

Yên Evdila Ocalan wek serê xwe dibînin bira ji kerma xwe bibêjin, Evdila Ocalan ji miletê kurd li Kurdistana Bakur û Rojava çi dixwze?

 Beyanên Evdila Ocalan hene, ew ji bo kurdan dewletê, serxwebûnê, federasyonê, otonomiyê, heta statuyeke kulturî jî naxwze.

Merivê çima here serdana merivekî hewqasî bûye dijminê gelê xwe û hevalê dijmin û jê aqil bigire?

Evdila Ocalan dîtin û pêşniyarên xwe her roj bi riya abûqatên xwe û serdanên parlamenterên DEM partiyê dibêje.

Tu temî û şîreteke baş Evdila Ocalan li Mezlûm Ebdî bike tune ye, tirştê Evdila Ocalan ji Mezlûm Ebdî ra bibêje, teslîmîyet e, qebûlkirina emrên tirkan e.

Tirk hetanî do li dû kuştina Mezlûm Ebdî bûn, Devlet Bahçelî digot Mezlûm Ebdî terorîstê herî mezin e, neyarê tirka ye. 

Lê gava îro Bahçelî dihêle Mezlûm Ebdî here Anqerê û serdana Evdila Ocalan, dibê her kurd baş bizanibe ev ne ji xêrê ra ye, miheqeq ji bona tesdîqkirina plana Tirkiyê ye. 

Tirk dixwazin kurd li Sûriyê nebin xwedî statuyeke netewî. Ji bona bicîkirina vê planê Evdila Ocalan kirine berdevkê xwe.

Evdila Ocalan mala kurdan şewitand, piştî xebata 50 salî, bi dehhezaran şehîd, bi hezaran gundên wêrankirî, 3-4 milyona kurdên koçberbûyî tiştê kurdan bi dest xist teslîmîyet e.

Di şer da meriv kane bişkê, meriv viya qebûl dike. Lê ketina xizmeta dijmin nayê qebûlkirin. Evdila kurdan dixe xizmeta tirkan.
Qadî Mihemed bi ser neket, têk çû, lê teslîm nebû, nebû berdevk û aqilmendê Îranê. Evdila Ocalan bûye aqilmendê Tirkyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar