15 maj 2026

Huseyîn Çelîk li navê Kurdistanê xwedî derket

Huseyîn Çelîk
Piştî Amedspor derket Lîga Super di dema pîrozbahiyan da wek her kurdî Ahmed Turk jî kêfxweş bû, got, ”taximekî Kurdistanê îro derketi Lîga Super.”

Şêwirmendê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Oktay Saral bi vê gotina Ahmed Turk pir aciz bû, bi beyaneke pir sert gef li Ahmet Turk xwar, got:

”Yên navê vî miletî, ala wî, dewleta wî tune dihesibînin û li gorî wê siyasetê dikin, dibê bizanibin li ser van erdan dewleteke bi navê Kurdistanê tune ye û ewê tunebe jî. Navê vê dewletê Cumhûrîyeta Tirkiyê ye! Di ser futbolê ra pomkirina hewesên parvekar ne hedê kesî ye. Ev milet hezar sal e birayên hev e, tu zimanekî fîtneyê nikane vê yekîtiyê xera bike. Di axaftinê da dibê tu sînorên xwe, ciyê, heddê xwe bizanibî.”

Huseyîn Çelîk
li navê Kurdistanê xwedî derket, bersîveke baş da Oktay oral, serokên partiyên me, ronakbîr û siyasetmedarên me bêdeng man.
Oktay Oral van gotinên jor, ji serê xwe mestir bêyî haya Erdogan nabêje, miheqeq Erdogan ev beyan bi wî daye dayin, yanî meriv kane bibêje ev gotin yên Erdogan e jî; Erdogan bersîv daye Ahmed Turk...

Avakarê AKPê û wezîrê perwerdeyê yê berê Huseyîn Çelîk ji van gotinên Oktay Oral pir aciz bûye, di Îlke TVê da bersîveke baş daye Oktay Oral, gotiye:

”Kurdistan rastiyeke tarîxî û sosyolojîk e. Ji ciyê ozbek lê dijîn ra dibêjin Ozbekîstan, ji ciyê qazaxan ra dibêjin Qazakîstan, ji yê azerîyan ra dibêjin Azerbeycan. Ji ciyên kurd li dijîn ra jî çima ye nizanim, dibêjin Rojhilat û Başûrê Rojhilat. Êrîşkirina ser kesên navê Kurdistanê bi kar tînin, girtina devê wan, gotina ´heddê xwe bizanibe´ bi ya min esas nezanînî heddê xwe ye.”

Huseyîn Çelîk her çi be, hevalê kê be jî xîret kiriye, bersîveke baş daye Oktay Oralê neyarê miletê kurd.

Di nava AKPê da bi sedan, belkî bi hezaran kesên wek wî hene, ji kesî deng dernekt. Heger sed kesî, hezar kesî aciya xwe nîşan bidana, bersîveke wek a Huseyîn Çelîk bida na Oktay Oral, careke din ewê newêrîbiya bêdebîyeke wer bike.

Lê kurd xemsar in, piranî êdî kedî bûye, lema li hemberî heqaretên wiha bêdeng dimînin.

Partiyan mej î bêdeng man. Dibê partiyan gişan bi hev ra reaksîyeneke baş nîşan bidana.

Huseyîn Çelîk bersîva wî daye, serokên partiyên me, ronakbîr û mezinên me dengê xwe nekirne, ji nedî va hatin. Ev bêdengiya wan jî cesaretê dide dijmin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar