Ji nişka ve dinya bû ewr, reşêşkên baranê hatin xwar. Kêsrek(axa
hişkbûyî, bûye topik) ket derd û şayişa kevir, got, vaye baran hat, kevirê çawa
bike?
Ew ax e, li xwe nafikire, li kevir difikire...
Hin dîndarên me yên bûne canfîdayên filistîniyan jî ji dêlî li perîşaniya miletê
xwe bifikirin, ketine mitala, şaiyişa filistîniyan. Di şîna xwe da jî ji filistîniyan
ra digrîn.
Bargirano aqil siviko...
Heyran, em kurd kêsrek in, gava baran dibare, tişt bi kevir
nayê, yê dihele kêsrek e. Gerek hûn viya bizanibin.
XXX
Mêrxasî deh e, yek zor e, neh jî fen e, fût e, fêlbazî ye.
Erdogan 24 sal in bi fen û fûtan kursiya xwe diparêze, hukim
ji dest xwe bernade.
Bi dîplomeya sexte bû serok û dewlet kir şîrketeke xwe. Nuh
li Tirkiyê ew dewlet e, dewleta din tenê nav e.
Mêrik bû Ataturkê duduya. Ji Ataturk vir da tu kesî bi qasî
Erdogan dewlet negirtiye destê xwe.
XXX
Kûçik li ber siya erebê ketibû, ji wî wetnê siya dêla wî ye.
Hin neyarên me yên tirk di medyayê da her roj heqaretê li miletê me, li
sembolên me dikin, dibêjin gerek hûn navê Kurdistanê negrin devê xwe.
Ev cesûriya wan ji ber piştgiriya dewletê ye, bi saya dewletê diwêrin heqaretê
li me bikin.
Heta em bindest û tirk serdest bin, emê tim marûzî heqaretên wan bibin.
Dibê em jî bibin xwedî dewlet, dibê ev daxwaz di dilê her kurdî/kurdê da hebe.
XXX
Hat ji newalê bû xwediyê malê. Tirk ji ber xelkê reviyan
hatin bi me sitirîn, dûra hêdî hêdî bûn xwediyên welatê me û em jî bûn bindestê
wan.
XXX
Ka vêsê jî bi Sitraneka zarokan bibêjim siba we xêr.
Yek û du, ez û tu
Sê û çar, bû bihar
Pênc û şeş, heyva geş
Heft û heyşt, çiya û deşt
Neh û deh, xwendingeh
Neh û deh, sal û meh
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar