Do min li ser navên du kitêbên Dr. Dilawer Zeraq gotibû, min ji navên wan tiştek fêm nekir, xwezî Weşanxana Lîsê maneyên wan navan jî gotiba.
Yanî min navên kitêban rexne kir, min xwest bibêjim dibê meriv zimanê
nivîsînê hewqsî zor neke, dibê meriv ji navê kitêbekê fêm bike.
Di Facebookê û di platforma Xê da li ser meselê nîqaşek, gotûbêjek balkêş çêbû.
Dilawer Zeraq ji gazin û rexneya min aciz bû, got:
"birêz Zinarê Xamo, helbet ez bi qasî te ne dinyadîtî û zana me, loma jî ne mimkun e bi qasî te bi Kurdî bizanibim û navên ku tu karibî jê fam bikî li pirtûkên xwe bikim... hema tu qet bala xwe nedî "kitêban" wê ji bo "me" baştir be..."
Gelek kesên din jî di Facebookê da û di platforma Xê da fikrên xwe gotin.
Hinekan nav parastin, gotin normal e zimanê nivîsên akademîk giran be, her kes
jê fêm neke, hinekan jî heq dan min.
Bi kurtî li ser meselê di platformên Facebookê û Xê da minaqeşeyeke balkêş û
muhîm çêbû. Ez naxwazim tiştên hatin gotin di wan platforman da ji hev belav
belavî bimînin û xwendina wan zahmet bibe. Ji bo ku gişk li ser hev bin û meriv
kanibe rehet bixwîne, min tiştên hatine gotin hemû topî ser hev kirin. Bi vî
hawî her kes kane hemû şiroveyan bixwîne.
Navê kitêbekê ”Bêjara neteweparêz di kovara Hawarê de”, navê
ya din jî ”Rajena Kurdî ye”.
XXX
Weşanxana Lîsê çend kitêb weşandine.
Navê kitêbekê ”Bêjara neteweparêz di kovara Hawarê de” ye.
Navê yeka din jî, ”Rajena kurdî” ye.
Nivîskarê herdu kitêban jî Dîlawer Zeraq e.
Min ji navê herdu kitêban jî tiştek fêm nekir. Di ferhengên li ba min da jî maneyên
wan tune.
Weşanxana Lîs bira ji kerema xwe maneyên van navan parve bike.
Heger navên kitêban hewqasî zor be, gelo naverok nuha çawa ye?
Ez bawer nakim meriv kanibe van kitêban bêyî ferheng bixwîne. Çimkî
kurmancîyeke nuh e, kêm kes pê zane.
Baştir e Lîs ferhengekê jî pê ra bide.
2026-05-08
XXX
Ahmed Kaymak: Söylem/İfade (Siyasi/Edebi bağlam):
"Söylem", "ifade" veya "kavram" anlamına gelir.
Siyaset veya edebiyat metinlerinde görüşleri ifade etmek için kullanılır (Örn:
bêjarên neteweparêz - milliyetçi söylemler).
Rajen jî, nabız
e...
Zinarê Xamo: Ahmedê hêja, tu zanî ez ne bi tirkî
dinivîsînim, ne jî komentarên bi tirkî qebûl dikim. Rica min ji te ne bi tirkî,
bi kurmancî îzah bike. Jixwe tirkiya min jî ne baş e. Kurdên tikî nizanin jî
bira fêm bikin.
Ya din, ma her kurd bi tirkî zane?
Nivîskar gerek zimanekî însan jê fêm dikin bi kar bîne, ne
gotinên naylon, çêkirî bi kar bîne û kes jê fêm nake.
Kitêba meriv navê wê fêm neke nakire.
Ahmed Kaymak: Br. Zinarê Xamo, min ev notaran jî googlê wergirt. Bı kurdî jî weha ye:
Gotar/Îfade (Di çarçoveya Siyasî/Wêjeyî de): Tê wateya
"gotar", "îfade" an jî "têgeh". Di metnên siyasî
an wêjeyî de ji bo îfadekirina nêrînan tê bikaranîn (Mînak: bêjarên neteweparêz
- milliyetçi söylemler). Rajen jî, nabiz e
Wealt Bazidî: Br. Zinarê
Xamo, min ev notaran jî googlê wergirt. Bı kurdî jî weha ye:
Gotar/Îfade (Di çarçoveya Siyasî/Wêjeyî de): Tê wateya
"gotar", "îfade" an jî "têgeh". Di metnên siyasî
an wêjeyî de ji bo îfadekirina nêrînan tê bikaranîn (Mînak: bêjarên neteweparêz
- milliyetçi söylemler). Rajen jî, nabiz e
Wealt Bazidî: Tu mafdarî apê Zinarê Xamo mixabin di van salên dawî de gelek peyvên qet me nebihîstiye hatine çêkirinê, dîsa mixabin ev jî giraniyê bêhtir li ser xelkê û zimîn dike.
Bîlal Zîlan: Ez jî nizanim. Min ji hişê çêkirî pirs kir,
mana ev in: bêjar: şêwaz, gotin, "discourse" rajen: nebiz, rîtm, pêl
CDU Hezro Îlçe Baçkani: Birêz tu jî hama bela xwe li D. Zeraq didî
Mehmet Alparslan: Mamoste, dawiya pirtûka ferheng heye. Lê
pir hindik e. Têrê na ke. Wateya "Bêjar" heye û bi tirkî
"söylem" nivîsîye. Bi tirkî ez navê pirtûka yekemîn wiha fêm dikim:
"Hawar dergisinde milliyetçilik söylemi. " Wateya "Rajen"
tune ye.( WQferheng;rajen/rehjen/nebz- nabız).
Dr. Dilawer Zeraq: birêz Zinarê Xamo, helbet ez bi qasî te
ne dinyadîtî û zana me, loma jî ne mimkun e bi qasî te bi Kurdî bizanibim û
navên ku tu karibî jê fam bikî li pirtûkên xwe bikim... hema tu qet bala xwe
nedî "kitêban" wê ji bo "me" baştir be...
Zinarê Xamo: Baṣ e, ezê bala xwe nedimê...
Nûdem: "Bêjar" kî îcad kiribe bi kesayîya paşkît û
pêşkîtên kurmancî nizane. BÊJ erê lê paskît AR çi ye; ma ji bo estetîk û
xweşikîyê peyv tên rêstin? + BÊ+JAR tê famkirin yanî (zehirsiz) Mixabin
îcadkirina peyvan wiha bûye allegorîk û mixabin dr. doç. profên zimên bi
ezberan yanî mekanîkî li zimên dinêrin.
Tişteke din, ji edebîyatê re NA+Bêj+in "BÊJe"
Dİ+Wêj+in "WÊJe", Gelo çima nabêjin "WÊJar" :-)
Pargîn: Mamoste Zinarê Xamo fikra xwe gotiye divê hûn xwe ew
qas eciz nekin, rexne an fikr baş in ne xerabin bi rexne û fikrên cûda xebat
pêşva diçin
Hêzil Hemrîn: Birêz Zinarê Xamo bi awayekî maqûl pêşniyaza
xwe gotiye îja cewaba cenabê te çima hewqasî bêminet e û tu çima hewqasî
nefsmezinîyan dikî? Helbet te kedek mezin daye ji bo kitêbên xwe lê dema
xwînerek bi hemdî yan jî bê hemdî tiştek bê dilê te bibêje tu dê bêerzîyê bidî?
Kalkê Serê Sêryanê: Ohooo! Divê hûn ji rexneyan aciz nebîn.
Ma cenabê te ev kitêb ji bo şexsê xwe nivîsandiye, çima em bala xwe nedinê?
Gul Aysegul: Mamoste, di her zimanî de ji bo nivîsên
zanistî, gotar û pirtûkên ku di literaturê de cî digrin zimanekî taybet tê bi
kar anîn û ew "ziman" bi piranî ji xeynî pêyvên rojanê pêk te. Her
wiha hewceye jî. Em çima Kurdî di nava sînorên teng de bihêlin.
Zinarê Xamo: Baş e xanima delal, belkî ez neheq im. Gazina
min ji nedîva were...
Şêxo Fîlîk: Ezbenî, Rajen di ferhengan de heye û bi ser de
ne cara ewil e di zimanê nivîskî de tê şixulandin. Mînak: beriya salan ne şaş
bim Rênas Jiyan bû, di risteke xwe de digot "erdhêj davêje rajena min,
teqez terikandinek li dû ye." Û dîsa ne şaş bim bi navê "rajena edebiyata
kurdî" gotareke Helim Yusiv jî wê hebe belkî ew jî gotara mamoste Dilawer
bû nav di bîra min carinan namînin mixabin. Her wiha hin peyvên kêmnas an jî
çêkirî carinan di hevokê de jî maneya xwe didin der û bi ya min bêjar û rajen
jî wan peyvan e ku meriv maneya wan nizanibe jî ji hevokê tê famkirin. Ji
serenav neyê famkirin teqez ji naverokê tê famkirin lê wa tu dibêjî min hê
nexwendiye û jixwe ezê fam nekim :) Ya dawî; berhemên berdest ne berhevkariya
çîrokên gelêrî ye ku em zimanê axaftinê yê resen li nivisakr ferz bikin. Berhem
teorîk in û teorî bêyî termînolojî nabe. Li dinyayê-sermeselê li welatê herî
pêşketî yê dinyayê ku tu lê dijî- ma ne wiha ye? Loma nivîsandina li ser
teorîyê ji hêlekê ve jî avakirina termînolojîyê ku aliyê herî zehmet e ew e û
bi kêmanî bi qasî nivîsandinê bivênevê ye. Wek nivîsandinê, avakirina
termînolojîyê jî ku were teşwîq kirin beriya her tiştî xêreke li ziman û
edebîyata me.
Û tu ji me ra sax:
Zinarê Xamo: Birayê ezîz, wele bi vî hawî here emê zimanê xwe fêm nekin, emê ji
navê kitêbekê jî fêm nekin. Ev babetê lîstika bi zimên pir xerab e, tirkan
demakê wer kirin dûra dev jê berdan. Hin kes wek fabrîka gotinên naylon
dixebitin.
Gotina "rajen" kînga çêbûye, kîjan dezgehê, kîjan
heyetê qebûl kiriye? Yekî gotiye, "rajen" trend e. Gotina "rajenê"
li gorî kîjan etîmîlojiyê, kîjan pîvanê dibê em di dewsa "trendê,
meylê" da bikar bînin? Em bibêjin "trend, meyl" çi şaşî tê da
heye?
Nabe însan li ba xwe gotinan çêke. Meriv
îngilizîya wê, erebiya wê, fransî, almaniya wê bi kar bîne ji gotina naylon a
kes jê fêm nake çêtir e. Tirk bi hezaran gotinên biyanî bikar tînin. em hîn
îmla zimanê xwe xweşik fêr nebûne,gotinan çêdikin. Lê belkî jî kêmasî ji min e.
Şêxo Fîlîk: Xebateke min li ser etimolojiyê tune lê carinan
di ber xwendinê re serê xwe bi peyvan re jî dêşînim. Li gor texmîna min
"rajen" ji "rehjenê" tê Reh > damar, Jen> ji lêkera
jenînê tê. Reh jî bi kurdî ye jen jî. (Devjen: çenebaz, zarok dijenin: har
dibin, jenîna pembû û hwd) Jenîna Rehên mirov jî teqabulî "Nabiz"a
tirkî dike. Belkî hîn herêman rajen an jî rehjen hebe û ne çêkirî jî be.
Bavê Lalo: Belkî lihevkirinek li ser rê û rêbazên “
modernkirin, berfirehkirin û çêkirina têgihên nû yên kurmancîyê” çê bibûya dê
ewqas gengeşe derneketiba. Ji bo zimanên bêstatû çareserkirin dê çawa pêk bê?
Sofîyê Sextekar: Her tişt ne li gorî her kesî ye. Pirtûkên
wisa, ji bo zanîna akamedîk(ne awahî), rexnegirî û kesên ku bi vê mijarê re
eleqedar in, tên weşandin. Di formata gotarên akademîk de tên nivîsandin û kêm
caran form tê guhertin. Zimanê van metnan giran e, naşibe yê nivîsara quncikê.
+
Em werin ser sernavan: Rajena Kurdî. Ev gotin, di ferhenga Zana Farqînî de jî
heye. Di pirtûkan de jî derbas dibe. Bêjar jî rabêj e. Wî wisa bikar aniye.
Jixwe pirsgirêk jî ne ev e. Heke metnên wisa neyên nivîsîn, ne wêje ne
rexnegirî ne jî ziman pêşve diçe.
Dema li derve bûm, min dilê xwe de digot ez ê herim malê û
pê re rakevim. Wek ku li mala xelkê bin, wisa xewa min dihat. Niha jî çavên min
naçin ser hev. Ez ne ji qewmê pezkovîyan im jî (bilindî bi min digire) ev çi
bobelat e.
Dr. Dilawer Zeraq: Foto 1 û 2: Ferhenga Kurdî-Tirkî-Zana
Farqînî Foto: 3: Ferheng, Kurdî-Fransî, Institut Kurde de Paris rajen=rehjen Û
çi berbend were danîn li ber û li ser ziman, wê ziman xwe ji gundwarîyê rizgar
bike û xwe dîkolonîze bike...
NOT:Min xwest herdu rûpelên ferhengan bixwşînim lê risman xuya nekir, sipî dibûn. Zinarê Xamo
Zinarê Xamo: Min ji navên du kitêbên Dr. Dilawer Zeraq gazin kir, min got ez ji navên wan tiştekî fêm nakim. Heger nav wiha be, nuha naverok çawa ye? Him Dilawer Zereq ji gazina(rexneya)min aciz bû, him jî gelek kesên din ez neheq kirim, gotin zimanê meseleyên akadamîk giran e.
Û ji hin ferhengan numûne hatin dayin,gotin mêze ew gotin di
filan ferhengê da heye.
Ez dirêj nakim,dixwazim bibêjim guh nedin wê rexneya min,ji nedîva werin. Şaşiyek bû min kir. Xeta mexsûsî însên e.Ez merivekî gundî me bi rastî jî ji zimanê akademîk fêm nakim.Efû birayên ezîz!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar