Îro li Stockholmê,li Kitêbxana Kurdî seet di 14.00a da li ser jiyana Şerîf Paşa semînereke muhîm heye. Ji ber ku ez nikanim biçim ez pir xemgîn im.
Min pir dixwest herim, li her 5 kesên zana guhdarî bikim. Lê nikanim biçim. Neviyên me tên serdana me, gerek ez li mal bim.Tesadufeke xerab e.
Semîner ji alî Kitêbxana Kurdî û Akademîya Bedirxan va tê çêkirin. Semînereke muhîm e.
Rohat Alakom, Hemîd Ebûbekir Bedirxan, Ciwamêr Bextîyar Mistefa, Omar Şêxmûs, Casim Towfîq Xoşnaw ewê li ser jiyan û xebatên Şerîf Paşa bipeyivin.XXX
Sing di erdê da naçe xwar, heta li ser serî nebe hime hima
mîkut.
Wele tiştê min ji tirkan û tarîxa wan fêm kiriye, kîjan hukûmet,
kîjan lîder dibe ferq nake, heta zorê nebînin, heta mevbûr nebin ne dev ji
neyartiya me berdin, ne jî tu mafî didin me.
XXX
Ewtîna kûçik ji tirsa tarîtiya şevê ye.
Hin tirkên neyarên kurdan ji tirsa dilê xwe pir kurdan da
diewtin, direyên. Aqil didin dewletê, leşkeran û MÎTê, taktîk û stratejiya dibê
li hemberî kurdên Kurdistana Rojava bimeşînin pêşniyarî wan dikin.
Fêda tirsê ji mirinê ra tune ye.
XXX
Şûr merivekî dikuje, ziman bi hezaran. Meriv li zimanê xwe
miqatebe, rişma wî ji dest xwe bernede baş e.
Şûşa dil bişkê cebar nabe. Meriv şûşa dilê kesî neşkîne baş
e, lê carnan qeza çêdibe û şûşe ji dest meriv da dikeve, hûrhûrî dibe, zamqa
herî baş jî nikane bi hev va bizeliqîne.
XXX
Îro roja wefata Mele Ehmedê Palo yê gorrbihuşt e. Kurdperwerê dildarê kurd û Kurdistanê şairekî hêja ye, mixabin kurd kêm wî nas dikin. Ne kêmî Cegerxwîn e.
Mele Ehmedê Palo, şairê hêja û nemir roja 9ê gulana 1991ê li
bajarê Qamişlo yê wefat kir.
Bi hurmed bibîr tînim.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar