08 maj 2026

Gelî erxenîyan herin serîyekî bidin Fûara Kitêban



Ji do da ye Fûara Kitêban a Erxeniyê vebûye. Fûar ewê heta 10ê gulanê dom bike. Xêra Xwedê ye, erxeniyan kêf kiriye, bi hezaran kitêb çûne ber nigên wan.
Dibê hemşeriyên me yên erxeneyî herin Fûarê, ji xwe ra û ji zarokên xwe ra çend kitêban bikirin.
Gerek weşanxane bi beşdariya Fûarê li zirarê derneyên. Ji bo alîkariyê be jî dibê erxeneyî herin Fûarê û destên xwe bavêjin ji bêrîka xwe da.
Bi texmîna weşxaneyên kurdî giş li Fûarê ne. Miheqeq nuha Weşanxaneyên min DARA û PALL jî li Fûarê stand vekirine.

Kesên kitêba min Hebû Tunebû, antolojiya çîrokên zarokan hîn ji zarokên xwe ra nekirîne, herin Fûarê û vê antolojiya xemîşokên/çîrokên kurdî ji zarokên xwe ra bikirin, bira zarokên we ji van xemîşokên bav û kalên xwe, dayik û pîrikên xwe bêpar nemînin. 

Bira van xemîşokan bixwînin, asoyên xwe, hêz û dinya xwe ya xeyalî zengîn û fireh bikin.
Li alî din riya xwe bi standa Weşanxana PALLê jî xînin, kitêba min ”Rojnivîskên Sirgûnekî” bikirin, bixwînin, serpêhatî, zorî û zahmetiyên jiyana sirgûnekî li xerîbîstanê bibînin.


Weşanxana Lîsê çend kitêb weşandine.

Navê kitêbekê ”Bêjara neteweparêz di kovara Hawarê de” ye.
Navê yeka din jî, ”Rajena kurdî” ye.
Nivîskarê herdu kitêban jî Dîlawer Zeraq e.
Min ji navê herdu kitêban jî tiştek fêm nekir. Di ferhengên li ba min da jî maneyên wan tune.
Weşanxana Lîs bira ji kerema xwe maneyên van navan parve bike.
Heger navên kitêban hewqasî zor be, gelo naverok nuha çawa ye?
Ez bawer nakim meriv kanibe van kitêban bêyî ferheng bixwîne. Çimkî kurmancîyeke nuh e, kêm kes pê zane.
Baştir e Lîs ferhengekê jî pê ra bide.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar