21 maj 2026

Erdogan CHP ji Ozgur Ozel girt da Kemal Kiliçdarogluyê pantirkîst


Mahkimeyeke Tirkiyê kongreya CHPê ya 38a ya 3 sal berê çêbûbû îptal kiriye; CHP ji Ozgur Ozel stendiye, ji nû va daye serokê berê Kemal Kiliçdarogluyê kemalîstê pantirkîst.

Mahkime, filan bîvan gişk fasafîso ye, biryar ya Erdogan e, ew dixwaze CHPê ji qada siyasetê derxîne.
Erdogan, tirk çi dikin, çi nakin qet ne gelşa me ye, şalê alîgirên CHPê serî hildin, ew îslamîst şerê hev bikin. Dibê kurd xwe di teşxele û şerê wan negerînin.

Mahkime filan û bîvan nav e, ya rast Recep Tayyip Erdogan CHPê ji Ozgur Ozel distîne, dide Kemal Kiliçdarogluyê pantirkîst. Çimkî bi Kemal Kiliçdaroglu CHP tu carî nikane dûzana Erdogan tehdî bike.

Ev biryara îro jî destpêka tasfîyekirina CHPê ye. Erdogan dixwaze di saxiya wî da partiyeke kanibe wî tehdît bike nemîne.

Hedefa Erdogan rejîma monarşîk, padîşahtiyê bi paş da bîne, xwe bike padîşah.
Heger ew jî nebe, dibê rejîmeke otokratîk wek ya Îranê be, partiyek tenê hebe.
Partiyên hebin jî dibê wek nav hebin, lê girêdayî wî bin, partiyên derewîn bin.
Hêvî dikim Erdogan ne CHPê tenê, vê dewleta zalim, ceberût ji hev da bixîne.

XXX

daye û kongreya ku tê de Özgür Özel bibû serokê giştî betal kiriye. Li gora vê biryarê, Özel û rêveberiya wî bi awayekî tedbîrî ji wezîfeyê hatine dûrxistin û wezîfe ji nû ve radestî serokê berê Kemal Kılıçdaroğlu û rêveberiya wî hatiye kirin

XXX

Meleyên Îranê yên celad, vampîr du xortên kurd ên din bi dizî îmdam kirine. Herdu xort jî endamên PDK-Î bûne, ji ber endamametiya wan a PDKê ew îdam kirine.

Ev zaliman ji xwînê têr nabin. Rejîmeke wiha gerek tuneba. Heqê van celadan gişan eynî aqûbet e.

Pir xemgîn im, kezeba min şewitî

XXX

Merivê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne. Merivê bi hêrs binivîsîne ewê li gotinên xwe poşman bibe.

Sakînî, bînfirehî ji hêrsê baştir e.

Di nîqaşan da meriv zêde nede nav, rişma zimanê xwe hinekî ragire li karê ye. Gotina ji devê meriv derket bi paş da nayê. Gotina dawî di serî da mebêje.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar