Keje Bemal xanimê di malpera xwe ya Facebookê da rismekî Hîkmet Çetîn ê li nexweşxanê parve kiriye û şiroveyeke bi heq, rast, di cî da kiriye. Xanimê gotiye:
”Bi qasî ez dizanim tu nexweşiyeke Hîkmet Çetîn a kronîk tune ye bêyî ya ûjdanî
û nasnameyê.
Bi texmîna min problema em qal dikin ji nexweşiyên fîzyolojîk hîn pirtir bedena kesê kurd diwestîne. Ez eşkre bibêjim, ewqas nebaş xuyakirina wî ev tişt bi min dan fikirandin.”
Bi baweriya min Keje Bemal xanimê wek sosyologeke zane, xwedî tecrûbe tespîteke rast û di cî da kiriye. Keje Bemal jineke rastgo ye, diwêre rastiyê, ya dilê xwe bibêje.Ne mimkûn e merivekî xwenda, zana, bi kultur hevaltiya wî ya bi dijmin ra qet tesîrê li ruhê wî, li ûjdanê wî neke, xwe wek merivekî xwedî tarîxeke pak, bêleke, serbilind bibîne.
Psîkolojiya kesê dibe heval û hevkarê dewleteke dagirker û li dijî miletê xwe dixebite xera dibe, di şexsîyeta wî da tevliheviyeke kûr û aloz peyda dibe.
Kesê dibe hevalê dewleta dagirker li hemberî êşa miletê xwe,
xwe kerr û lal û kor dike, xwe wek parêzvanekî pergala dagirker dibîne. Çimkî ji cepha miletê xwe derketiye, di cepheya dijmin da ye.
Heger dagirker zilmê li wî, li kesên wek wî neke, viya xwe wek
"qencîyekê" dibîne û spasiya dewleta dagirker dike.
Kesê bûbe hevalê dewleta dagirker ji bo ku ûjdanê xwe rihet
bike ji xwe ra gelek hincetan dibîne.
Ji bo rewakirina xiyaneta xwe kesên wek wî nebûne zilamên
dewletê bi "kêmaqilîyê", bi "cahiliyê" tawanbar dike.
Dibêje hevaltiya dewleta dagirker ji bo me baştir e.
Lê ew zane wî bi miletê xwe ra xayintî kiriye, bûye hevalê
dijmin û ji bo wê jî ji aliyê civakê va nayê hezkirin.
Lema ji miletê xwe, ji civata xwe direve, ruyê wî/wê nagire here nav civata
xwe. Ditirse xelk wî biricimîne.
Ji bo vê şermê û rûreşiya xwe veşêre bi meqamê dijmin dayê,
bi zengîniya bi dest xistiye xwe tatmîn dike
Lê li alî din kesê bûbe hevalê dijmin baş zane hêzên
dagirker tu carî wî ji xwe nahesibînin. Di çavê wan da ew tenê
"maşeyeke" e, di çavê miletê wî da jî "xayineke".
Ne mimkûn e Hîkmet Çetîn jî nuha li eynî tiştan, li tarîxa xwe nefikire, eynî tiştan hîs neke.
Hîkmet Çetîn di nava dewleta tirk da hat meqamên bilind, bû
alîkarê serokwezîr, bû serokê Meclîsa Tirkiyê, bû wezîrê karên derve û demakê
jî bû serokê CHPê.
Lê dîsa jî ew zane ne tirk wî wek tirkekî, wek siyasetmedarekî ji xwe qebûl dikin, ne jî kurd wî wek kurdekî bi pêş ketiye qebûl dikin.
Ji bo kurdan Hîkmet Çetîn wek kevçîyekî ji êlê da ketiye, wek kurdekî
mirî ye.
Tarîxa kurdan ewê bi navekî xerab, wek kurdekî li hemberî gelê xwe bû rêberê
tirkan qala wî bike. Ew bi viya zane, di hundurê xwe da pir pê nerehet e.
Gelo Hîkmet Çetîn nuha ji hevaltiya xwe ya bi dewleta dagirker ra kiriye poşman e?
Bêyî wî kes bi viya nizane. Ancax ew bibêje. Heger bîranînên xwe nenivîsîbe,
bersîva vê pirsê ewê bi xwe ra bibe gorrê.
Hîkmet Çetîn di sala 1937a da li qeza Diyarbekir, li Licê hatiye dinê, 89 salî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar