Li Afganistanê rejîma Talîban bi qanûneke nuh zewaca bi keçên 9 salî ra serbest kiriye, kiriye qanûnî.
Berê, temenê zewacê yê qanûnî ji bo keçan 16 salî bû, ji bo
keçên biçûktir jî gerek destûra bavê wan, ya jî destûra dadwerekî hebûya.
Zewaca bi keçên 9 salî ra barbarî ye, pedofîlî ye; tecawiza li keçên zarok in.
Dezgeha Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Afganistanê (UNAMA) ev biryara hukûmetê
rexne kiriye, gotiye ”ev qanûn zewaca bi rizayê, bi dil ji ortê radike”, çimkî keçeke 9 salî hîn kamil, balix nebûye. Hîn zarok e.
Hikûmeta Talîban îdiayan UNAMAyê red
kiriye, gotiye:
”Qanûna nuh li gorî huqûqa Îslamê ye."
Dibê Yekîtiya Welatên Misilman bêdeng nemîne, vê qanûna Talîbanan miheqeq mahkûm bike, bibêje Îslam tecawiza keçên 9 salî qebûl nake.
Heger Yekîtiya Welatên Misilman bêdeng bimîne, maneya xwe ew jî qanûna tecawiza keçên zarok li gorî dînê Îslamê rast dibîne.
Li Afganstanê jin, keç gişk di halekî esretê da dijîn, rewşa wan pir xerab e, ji ya koleyan jî xerabtir e
Mesla, qedexe ye jin li cihên giştî, li çarşî û bazarê bi
dengekî bilind bipeyivin, ya jî bistirên. Jin çer ji mala xwe derket, gerek wî
kon û çarçefa reş li xwe ke, ruyê xwe nîşanî kesî nede.
Mafên jin û keçan ên perwerdê û xebatê jî hatine sînordarkirin.
Keç, heta 12 saliya xwe kanin bixwînin, lê destûr tune keçên ji 12 salî mezintir bixwînin
û bixebitin; giş êsîrên seksê û hundur malê ne.
Ji Neteweyên Yekbûyî bêtir, dibê welatên misilman, dezgehên îslamî, alimên
Îslamî bi xurtî li dijî vê barbariya Talîbanan, vê sîstema pedofîliyê serbest
dike derkevin, şermezar û rûreş bikn, bibêjin dînê îslamî tiştekî wiha qebûl
nake.
Bêdengiya cîhana Îslamî, welat û dezgehên Îslamî tê maneya ew ne li dij in qanûna
pedofîloyê li Afganîstanê serbest bibe.
Ev ne cara pêşî ye welatekî îslam zewaca bi keçên 9 sdalî ra serbest dike. Salê çûnî meclîsa Îraqê jî bi qanûnekê zewaca bi keçên 9 salî ra serbest kir.
Dîsa welatên misilman bêdeng man, kesî Îraq rexne nekir. Li gelek welatên îslam, li hemû welatên ereban, li Pakîstanê û li gelek welatên Afrîkayê qanûnî, ne qanûnî zewaca bi keçikên zarok ra serbest û dikin.
Welatên îslam û dezgehên Îslamê dengê xwe nakin, çimkî ew jî vê wahşeta li hemberî keçên zarok û jinan rast dibînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar