Pir xemgîn im. Hevalê min ê salan, kurdperwerê, dildarê kurd û Kurdistanê Eyûb Alacebek do derengê şevê wefat kir. Vêsê, bi bihîstina vê xebera reş û tahl pir êşiyam, pir xemgîn bûm.
Hefta borî min telefon kir, li halê wî pirsî. Min tim telefon dikir, li halê wî
dipirsî.
Me hinekî sohbet kir, bi zor dipeyivî. Min fêm kir rewşa wî pir xerab e, wefata
wî nêzik e.
Fahm kiribû jiyana wî îşê rojan maye, ji tedawiyê bêhêvî bû. Got tedawiyê heta nuha tu feyde negîhandiye min.
Eyûb, merivekî pir pak bû, havalê hevalê xwe bû, heta hûn bixwzin merivekî comerd û fedakar bû. Canfîdayekê miletê xwe bû. Merivekî qedirzan û wefadar bû.
Eyûb Alacabek têkoşerekî canfîda yê azadiya miletê xwe bû. Di xortaniya xwe da ket nava micadela siyasî, bû yek ji pêşengên hereketa Dr. Şivan, ji bo azadî û serxwebûna kurdan her fedekarî kir, tu carî xwe ji micadelê neda paş.
Di şiyarbûna gelek keç û xortan da keda wî pir e. Merivekî pir dihat hezkirin, tu carî kes jê nediêşiya.
Navê wî ewê tim bi başî, wek merivekî çê, wek dildarekî Kurdistanê, wek têkoşerekî azadî û serxwebûna miletê xwe were bibîranîn.
di dilê min da ewê tim wek ehvalekî ezîz bimîne...
Serê malbata wî, yên zarokên wî û hemû dost û hevalên wî sax be. Gorra wî bihuşt be...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar