Îro herdu şîrînên ber dilên me, neviyên me Olîver Aras û Leo Ronî hatibûn serdana kalik û pîrika xwe.
Êdî li me banîne, gava me dibînin pir dilşa dibin, xwe dirêjî hêmêza me dikin.
Dawiya her heftê tên ba me, em berê bîstekê li malê dilîzin, dûra bi hev ra diherin parqa me(Eskîl Parken)lîstika xwe li wir didomînin.
Parqa zaroka ye, ji bo lîstika zarokan gelek tişt çêkirine. Cara xalî nabe, tim qelebalix e.
Rojen çend rismên îro û hefta berê girtine ji min ra şandin. Ez parve dikim.
Aras yê mezin e, gava bi Ronî şa dibe, wek şa bûna hirçê dike, Ronîyê feqîr dijdîne. Hezkirina wî ne nazik û nermik e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar