23 maj 2026

Mêrik kumê hûtik dide serê nûtik, kumê nûtik dide serê hûtik

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan heta hûn bixwzin merivekî şît e, fêlbazekî siyasetê yê kêmemsal e. Kes nikane bi wî ra kaban bavêje, kes nikane zora wî bibe. Mêrik kumê hûtik dide serê nûtik, kumê nûtik dide serê hûtik.

Di siyasetê him pir şît û zane ye, him jî wêrek e, bêteredut, bêtirs mixalifên xwe, kesên ji bo xwe talûke dibîne ji ortê radike.

Li Tirkiyê ji pûlisan bigire, heta bi leşker û sîstema huqûq û edaletê, medya, gişk kirine bin emrê xwe. Dilê wî kê bixwze, wî dide girtin, salan dixe zindanê.

Ekrem Îmamoglu ji bo xwe talûke dît tavilê da girtin. Mêrik zêdeyî salekê ye di zindanê da ye. Îhtîmala bibe raqibê wî ji ortê rakir.

Serokê CHPê Ozgur Ozel ji bo xwe talûke dît, CHP jê stend, da Kemal Kiliçdaroglu. Wer xuya dike ewê Ozgur Ozel jî ji xwe da bixîne û CHPê belav bike, ji bo ku Ozgur Ozel nikanibe di hilbijartinê da wî tehdît bike. Nuha ji bo Erdogan kesê herî talûke Ozgur Ozel e, miheqeq ewê wî jî bi hawakî wek Îmamoglu ji xwe da bixîne.

Esker jê ra talûk bûn, esker gişk girtin, xistin zîndanê, malik li gişan viritand. Artêş, general nuha bûne emireriyên wî; kes newê re biblje kirt !
Bi destê Evdila Ocalan PKK, DEM, PYD, hemû hêzên girêdayî PKKê giş kirin bin komtrola xwe. Ew çi emrî dide Evdila Ocalan, ew jî wî daxwazên Erdogan bi hevalên xwe, bi partiya xwe dide kirin. Li Kurdistana Rojava bi vê riyê mala kurdan şewitand.

Bi Îranê ra dost e, jê ra delaliyê û tîcareta reş dike.
Mitefikê Amerîkayê û yek ji dostên Donald Trump yê herî baş e.
Bi Pûtîn ra dost e, ji Rûsyayê ra çi lazim be temîn dike, delaliya xwe figre.
Bi serokê Ukranyayê Zelenskî ra jî dost e, xwedêgiravî piştgiriya Ukranyayê dike. Mêrik gişan li ser tilia xwe dide lîstikandin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar