Îro germa havînê ji nişka ve girt ser Stockholmê, taxa me 24 derece germ e, Stockholm dikele.
Wek her roj dikim, min berê nivîsa xwe ya rojê nivîsî, di bloga xwe da parve
kir. Dûra bîstekê bala xwe da medya sosyal, hin xeber-meber xwendin. Çend
tiştên hûrik-mûrik jî parve kirin.
Yanî min kar û wezîfa xwe ya rojane temam kir.
Dor hat wexta meşê. Xanimê got ez nayêm, ezê îro paqijiya malê bikim.
Min got xanim, di vê germê da ne karê aqil e, were em herin meşa xwe bikin û
werin. Got, ”xêra xwe bela xwe ji min veke, here gerr xwe gike.”
Min kincên xwe yên havînê, pantorê kin, qazaxê pîkinli xwe
kir û seet di 11.30î da ji mal bi rê ketim.
Em xerîbên vê taxê ne, sala me hîn neqediya ye, lema ez herêmê baş nas nakim,
her cerê berê xwe bi dereka nuh da dikim.
Îro jî min wer kir, ketim nav vîlayên ecêb, yek ji yekê
xweşiktir bû, baş gerîyam.
Lê danê nîvro bû, germê zor da min, meşa di qijala rojê da zahmet bû. Gava
diketim bin siya daran, bakî honik dihat, min nedixwest ji siyê, ji bin darê
derkevim.
Min digot xwezî ez nuha di bin vê darê da, di vê sîyê û hewa honik da raketama.
Li derdora mala me dar pir in, sê parkên xweşik hene.
Li pişt mala me du saheyên topê yên mezin(Saha Sporê ya Torvalla) jî hene,
herdu jî tije bûn, biçûk û mezin, keç û lawan top dilîstin, hinekan jî li wan
temaşe dikirin, diqîriyan, halan di wan hil didan, ders didan wan. Qey malbat û
antranorên wan bûn.
Parka zarokan-Eskilparken tije bû, zarokan dilîstin, hinekan xwe hêl dikir,
hinekan xwe şûş dikir, hinekan top dilîst. Roj xweş bû, dinya germ bû, kêfa wan
li cî bû.
Gava roj xweş dibe swêdî pir kêxweş dibin, hema hema kes di hunduran da namîne,
her kes bi zarok û kûçikên xwe ra derdikevin derve.
70 deqeyî meşiyam, pir germ bû, av jî bi min ra tunebû, lema min meşa xwe kin
birrî, bi lez berê xwe da malê.
Min bala xwe dayê xanimê perde, merde gişk danîne, teqereqa wê ye hîn paqijiya hundur
dike. Gunehê min pê hat. Lê wê xwest.
Di karê wiha da nahêle ez xwe tevê bikim. Ez û wê li hev nakin, şer derdikeve.
Lema dibêje ji min dûr keve.
Min xwe tevî karê wê nekir. Min got tu yê qahwê vexwe?
Got, na, ji xwe tenê ra çêke.
Min qahwa xwe çêkir, hinek rûn di pariyek nan da, serîyek çoklata da kêlekê û
çûm li balkona xwe rûniştim.Û piştî bîstek bînvedan dor hat vê nivîsê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar