30 april 2026

Ez bawer dikim bihara Stockholmê hat


Ez bawer dikim bihara Stockholmê êdî hat. Îro roj xweş e, 15 derece germ e. Yanî bihar dibêje ez hatim.
Li gorî rapora hewayê sibe, dusibe germîyan ewê bibe 23 derece. Yanî Stockholmê ji germê bişewita, kesê di hunduran da nemîne.

Ez nuh ji meşa xwe hatim, min xwîdan da. Min montekî hinekî qalind li xwe kiribû.
Dara li ber mala me ketiye kulîlkan. Nizanim dara çi ye, kulîlkên wê pir xweşik in. Min du sê rismên wê girt.
Bihar xweş e.

Biharê pez, havînê rez, payizê agirê êzinga, goştê pez, zivistanê jî sar û serma û ez.

Dinya bihara keç û lawan e, xwelî li serê kal û pîran e.
Mastê biharan bidin neyaran, mastê havînan bidin ezîzan.


XXX

Li gorî xebera Rûdawê, alîkariya Amerîka ya ji bo perwerdeya pêşmergeyên Kurdistana Başûr bi temamî tê birîn.

Pir baş bûye, belkî piştî vê biryara Amerîkayê hêzên pêşmerge bikin yek û hukûmetê ava bikin.

Ji bona li Kurdistana Başûr artêşeke netewî, hukûmeteke netewî, dewleteke netewî çêkin Amerîka serê salan e bi milyaran dolar da PDKê û YNKê, lê hewildanên Amerîkayê berhem neda, di ser da kilît li deriyê meclîsê jî xistin.

Heta mecbûr nebin, pere ji ser wan neyê birrîn serokên PDKê û YNKê kilîta li deriyê meclîsê xistine venakin.

Serokên Kurdistana Başûr, Rojava û Bakur yên nuha mala kurdan şewitandine, kurd perîşan kirine. Meriv çawa du salan meclîsa xwe girtî dihêle aqilê meriv nagire.
Li ortê tiştekî muhîm jî tune ye, şer li ser kî yê çend wezîran bigire !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar