24 oktober 2021

Serokê mezin vê carê xwe pir pîs hetikand

Tirk ji bo ku serokê xwe ji feqê xelas bikin sibe ewê bicivin û derewekê li hev ragirin.

Du roj berê serokê mezin Erdogan wek her tim fortek da xwe, got min emir da "yên xwe", min got 10 konsolosên xwestine Osman Kavala were berdan ji Tirkiyê derxin.

Serokê mezin bi vê fortê mala Tirkiyê şewitand. Tirk dikin nakin, nizanin çawa ji vê feqê xelas bibin.

Ji bo ku derewekê li hev ragirin û bibêjin ji bo çi ew konsolosan dersînor nakin ewê sibe bicivin.

Hey ewê kesî dersînor nekin, lê derewa ewê sibe bikin meraq dikim, gelo ewê bibêjin çi?

Belkî bibêjin hinek ketin nabênê, me rica wan qebûl kir, em didin xatirê wan û kesî dersînor nakin. Ya jî vê carêşansekî didin wan ji bo ku careke din tiştekî wiha nekin. Ya jî dereweke her kes pê bikene bikin.

Yanî serokê mezin vê carê xwe pir pîs hetikand, hela em binêrin sibe ewê çi bibêje?

Ew çi derewê bikin jî xwe rezîl kirin. Konsolosan dersînor bikin ewê mala xwe bêtir bişewitînin, nekin ewê rezîl bibin. Yanî çi bikin jî bela xwe dîtine.

 

XXX

Hinek dibêjin xwedêgiravî Serokê Tirkiyê Erdogan dixwaze Tirkiyê ji Xerbê biqetîne û nêzî dewletên Rojhilat, Rûsyayê, Çînê û Îranê bike.

Bawerî û îdeolojiya Erdogan tune ye, ew li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî, li gorî pera û meqamê xwe hereket dike. Derdê wî ji ser kursiya xwe nekeve, ew zane heger bikeve mala wî şewitî. Wî li der û li hundur gelek sûc û cirmên mezin kirine.

Îdeolojiya wî, dînê wî, Xwedayê wî pere û kursîya wî ye.

Kîjan kamp, kîjan dewlet ne li dijî dizî û ceberûdiya wî be, ew heval û dostê wê kampê û wê dewletê ye. Bi Erdogan bawerî, dîn, îdeolojî tune ye, ew li dû kursîya xwe û bêşa xwe, delalîya ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE