24 oktober 2021

Do me Corona morona ji bîr kir


Do piştî civîna weqfa Hemîdê Simaîlaxa, ez, Nîmet Aydin, Mamoste Nûjen, Medenî Marsîl û Mihemed Elî Yildirim, me çû li aşxaneyeke nêzî Kitêbxana Kurdî bi hev ra loqek nan xwar. Ê helbet xwarin bê şerab nabe.
Hevalê me Mihemed Elî ji Hamburgê hatibû, min di civînê da dît. Me got em herin li derekê rûnin, him sohbet bikin û him jî bi hev ra pariyek nan bixun.
Navê aşxanê bi îtalî(al CAMINETTO)ye, lê xwedî kurd e. Bira ew jî bibêj em pîzza çê dikin.

Li Swêd gelek kesên ne îtalî ji bo îmajeke baştir navê îtalî li aşxaneyên xwe dikin.

Lê bawer bikin hostê îtalî yê herî baş jî nikane wek vî hostê kurd pêzzayê xweş çêke. Meriv ji tahm û lezeta wê têr nabe.

Min soz daye xanimê, dibê ez wê jî rojekê bibim vê aşxanê û pîzzayek kurdî bi wê bidim xwarin. 

Di kebabê û xwarinên din da jixwe kurd jêhatî ne, di ser wan ra tune, nuha jî pîzza li sinetê xwe zêde kirine, êdî pîzza kurd çêdikin ji ya şahê îtalîyan jî baştir e.
 
Do min bala xwe dayê êdî kes guh nade Corona morona yê. Salon tije bû, hêvî dikim di nav me da kesê bi Corona tune bû, her kes sax silamet vegeriya malika xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE