23 oktober 2021

Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e

Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e. Sal, por û riya sipî însên kamil û baqil nake.

Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe. Kurmê şîrî heta pîrî. Mal çi be, malzeme çi be ew e, bi wextê ra xerabtir dibe, baştir nabe. 
Di nav me kurdan da hesinê xerab pir in.

Carê bala xwe bidin dora xwe hûnê vê rastiyê bibînin. Mêrê pîs tim pîs e. Ne pîs be, ne qirêt be li welatê xwe nabe hevalê neyar, nabe berdevk û nûnerê hêza dagirker.

XXX

Wek her meqam û dezgehên Tirkiyê, mahkimeyên wê jî bûne mahkimeyên qeşmeriyê, komedîyê.

Mahkima Rihayê 34 carî cazayê muebetê daye Yakûp Şahînê ji doza qetlîama Sirûcê girtîye.

6 sal berê li Sirûcê bi teqandina bombeyekê 34 kes hatibûn kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn. Ji vê dozê Yakûp Şahîn tenê girtî ye.

Cezayê muebetê min fêm kir, îcar ev 34 car muebet çi ye?

Komedîyeke tam li gorî tirka ye, ji welatekî wek Tirkiyê ra mahkimeyeke wiha tiroviro lazim e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE