23 oktober 2021

Me îro li Stockholmê kurdekî pir hêja bibîr anî


Zarokên Hemîd Kiliçaslanê gorbihuşt îro li Kitêbxaneya Kurdî avakarina weqfa bavê xwe, Weqfa Hemîdê Simaîlaxa îlan kirin. Ez wan pîroz dikim, ji bo bavê xwe karekî pir baş kirin. Kekê Hemîd hêjayî dezgeheke wiha ye.

Mala wan ava be, camêran ez jî dawet kiribûm. Gelek kes hatibûn civînê. Gelek heval, nas û dostên wî peyivîn, qala şexsîyet û bîranînên xwe yên bi Hemîd ra kirin. Qala hin xusîsîyetên wî yên pir îstîsna kirin.

Di civînê da min jî li ser kekê Hemîd çend gotin gotin û ew bi hurmet bibîr anî.

Hemîdê Simaîlaxa, merivekî pir îstîsna bû, yên wek wî zarşîrîn, xweşsohbet û nuktedan pir kêm in. Ew him mêrê civatan, him jî gula civatan bû.

Civata ew tê da tim şên û geş bû, însan ji sohbeta wî, ji henek û nukteyên wî têr nedibûn.



Hemîd civata ji nav hatibû baş nas dikir, zargotina kurmancî baş zanîbû, dema dipeyivî mezinî û kûrahiya folklor û zargotina kurmancî nîşanî kesên der û dora xwe dida. Civata ew tê da ba însanan miheqeq tiştekî nuh, pêkenînek, metaforek, nukteyeke heta wê çaxê nebihîstibû dibihîst.

Dema dipeyivî meriv dibû heyranê wî, meriv dixwest wek wî xweşsohbet, hazircewab û nuktedan bûya, wek wî ziman û zargotina kurmancî zanîbûya.

Merivekî wiha dibê neyê jibîrkirin. Tiştê însanan nade jibîrkirin eser e, mîrata li pey xwe hîştiye, heger ew tunebe piştî demekê însan tê jibîrkirin.

Tu hafize ne ebedî ye. Demek tê kesên meriv nas dikin namînin.

Lema jî hebûna weqfekê karekî baş e, bi riya weqfê kanin berhemên wî top bikin û bidin çapkirin û bi vî hawî kar û xebata wî piştî demekê wenda nebe, nemir bibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE