22 oktober 2021

Ka we yê her deh konsolos jî ji weletê xwe biqewitandina?

Serokê tirkan ê pir mezin Recep Tayyip Erdoganê fortek do got wî emir daye wezîrê karên derve Çavuşoglu, jê ra gotiye ”10 konsolosên daxwaza berdana Osman Kavala ji Tirkiyê kirine biqewitînin. Lukseke me tune ye em merivên wiha li welatê xwe bihêlin.”

Lê heta nuha hîn kes neqewitandine. Qey bayek bû ji ber serê xwe berda. Fort belaş e, derew ne bi pera ye.


Wer xuya dike serokê pir mezin tenê fortek daye xwe, ewê tu kesî neqewitînin. 
Serokê pir mezin berê jî gelek caran fortên wiha dane xwe û dûra jî bûyeye mirîşk û xwe melisandiye.

Îcar jî eynî tişt e, efendî fortek bû da xwe, bayek bû ji ber serê xwe berde…

XXX


Serokê Tirkiyê yê mezin Erdogan dîsa pir hêrs bûye û emir daye wezîrê karên derve Çavuşoglu, jê ra gotiye ”10 konsolosên bi beyaneka mişterek berdana Osman Kavala xwestine ji Tirkiyê derxin. Ne hedê wan e dersê bidin Tirkiyê.”

Hêvî dikim Serokê Mezin poşman nebe û di demeke kin da her deh konsolosan jî biqewitînin û têkiliyên xwe jî bi welatên wanra qut bikin.

Konsolosên van welatan bi hev ra beyan danene:

Amerîka, Fransa, Almanya, Swêd, Hollanda, Norweç, Fînlandîya, Danîmarka, Kanada, Zelanda Nû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE