22 oktober 2021

Jinên dêrikî şoreşeke mezin çêkirine

 

Jinên dêrikî jêhatî ne, wêrek in, hin karê wek şoreşekê, hin karê kes newêre bike dikin.

Ji van jinan yek jî Sevdet Bakî xanima 37 salî ya dayika 3 zarokan e.
Sevdet xanimê li Dêrika Çiyayê Mazî şoreşek mezin kiriye.

Hêvî dikim ev şoreşa Sevdet xanimê li Dêrikê kiriye li bajarên Kurdistanê yên din jî çê bibe.

Sevdet Bakî xanim dêrikî ye, berî nuha mala wê li Diyarbekir bûye.

Piştî Pandemiya Coronayê dev ji karê xwe berdaye û çûya bajarê xwe yê zaroktiyê, Dêrikê.

Li wir di hundur da bîna wê teng bûye û rojekê di medya sosyal da anonsek belav kiriye, gotiye heger jin bixwazin ez kanim wan fêrî ajotina pisiklêtê bikim.

38 jinan tavilê bersîv danê, gotine em dixwazin fêr bibin.

Li ser vê, Sevdet xanimê rahîştiye pisiklêta xwe û dest bi qursa xwe kiriye.

Ji 21ê gulanê da ye, di nav 5 mehan da bi pisiklêtekê 72 jinên dêrikî fêrî ajotina pisiklêtê kirine. Dûra camêrekî du pisiklêt diyarî wê kirine.

Li Dêrikê ajotina pisiklêtê di demek kin da di nav jinan da populer bûye û gelek jinên din jî xwestine fêr bibin. Ji bo qursa nuh 50 jinên din xwe qeyd kirine.

Ez bawer dikim ev jimar her ku here ewê zêde bibe.

Sevdet xanimê ev kar destpêkê wek hobî, belaş kiriye. Lê helbet heta heta belaş nabe, dibê êdî vî karî bi rengekî profesyonel bike û debara xwe pê bike.

Sevdet xanimê gotiye  xeyala wê ya herî mezin li çarşiya Dêrikê bi komek jin ra pisiklêtê bajo.

Ez dibêjim ev ne xeyaleke dûr e, gava herî muhîm hatiye avêtin, 72 jinên dêrikî yên kitansipî fêrî ajotina pisiklêtê bûne, sibe jî ewê bi pisiklêtên xwe di nava bajêr da bigerin, herin gundan. Hêdî hêdî, ew roj jî ewê were.

Civat ewê fêrî vê guherînê bibe. Her guherîn wiha dest pê dike.

Sevdet xanimê piştî ku dîtiye karê dike jê tê hezkirin, tê teqdîrkirin, ji Diyarbekrê bar kiriye, li Dêrikê bi cî bûye. Li Dêrikê Qulûba Pisiklêtê û Sporên Xwezayî vekiriye û ew bi xwe bûye saroka qulûbê.

Ji jinên fêrî ajotina pisiklêtê bûne yek jî Gulşah Dînler xanim e. Gulşah Dînler 49 salî ye û dayika 2 zarokan e. Piştî ku fêrî ajotina pisiklêtê bûye, li Mêrdînê tevî pêşbirka (misabeqeya) pisiklêtê bûye û di pêşbirkê da bûye ya yekê.

Ev ne pêşketineke hindik e. Jineke dêrikî, bi kitan fêrî ajotina pisiklêtê dibe û dûra di pêşbirkê da qezenc dike, dibe ya yekê.

Bi baweriyê min guherînê, pêşketinên wiha pir mezin in, di warê sosyolojîk da wek şoreşekê ne. Dibê ev spor li bajarên Kurdistanê yên din jî di nava jinan da belav bibe, dibê li bajêrên din jî hin jin wek Sevdet xanimê pêşengiya karekî wiha bikin.
Ez Sevdet Bakî xanimê ji dil û can pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE