21 oktober 2021

Tirk Kurdistana Federe ji bo xwe wek sergo dibînin

Tirk bi çavê sergo û embara tişt û xwarinên kufikî, genîbûyî, demborî li Kurdistana Başûr dinêrin.

Çiqas tişt-miştên wan ên xerabûyî, genî, kufikî heye difroşin kurdan, dişîninKurdistana Federe.
Kurdistana Federe di nav du mehên dawî da 131 ton malên Tirkiyê yên pîs, genî, demborî îmhakirine. Ne îşê heneka ye, 131 ton ?

Salê çûnî 50 hezar ton malên xerabe, genî, demborî  li Tirkiyê hatiye vegerandin.

Bi welatekî hewqasî sextekar ra meriv çawa tîcaretê dike ez fêm nakim?

Tirkiye welatê kalpazanan û sextekaran e, tirk tu carî rast nabin û saxlem, dirist naxebitin, bavê xwe jî dixapînin.
Wê sale tirkekî bi araqiya sextet bavê xwe kuşt.
Hakim jê pirsî, got:

-Law te çima ev jahr da bavê xwe jî, te hîşt bavê te jî vexwe?
Yê tirk got:

-Min berê bi kerê ceribandibû, ker nemir. Min got bavê min jî ewê pê nemire. Lema min firot aşxaneya ew diçe lê vedixwe.
Felsefeya tirkan sextekarî û xapandin e, tu tiştekî bêyî sextekarî îxrac nakin.

Jixwe ewrûpî malê Tirkiyê nakirin, çimkî zanin miheqeq hîleyek, sextekarîyek tê da kirine.

Tirk ev ne cara pêşî ye malên xerabûyî dişînin Kurdistana Federe, hetanî nuha bi sadan carî eynî tişt kirine, lê yên me bêkêr in, ne xema wan e, alvêra xwe ji ser tirkan nabirin. Tu dibêjî li dinyayê welat nema tenê Tirkiye heye û lema jî mecbûr in ji tirkan bikirin.

Wek kurd meriv pir û pir ne mecbûr be jitirkan serîyek pîvaz jî nakire, çimkî îhtîmala malê xerabûyî herî kêm ji sedî 90 e.

Kurd bi tecrûbeya salan viya zanin, lê dîsa malên tirkan yên genî, kufikî dikirin. Dûra jî ya dixun ya jî davêjin û tê da zirarê dikin. Hûn çi bikin jî dêla kûçik rast nabe, tirk paqij û dirist naxebitin, hîle, sextekarî, xapandin bûye kultur û felsefeya wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE