Heger we dît dîndarên tirk, îslamîstên tirk ,ya jî kemalîstên tirk
pesnê siyasetmedarekî kurd, sinetkarekî kurd, hunermendekî kurd, edîbekî kurd
dan, bizanibin ew kes ne kurdekî saxlem e, miheqeq di şexsîyeta wî da, wê da qelpîyek,
çirûgiyek heye, lema tirk jê hez dikin, lema pê ra hevaltiyê dikin, lema reqlama wî/wê dikin.
Ji bo naskirina kurdê baş û xerab meriv kane vê pîvanê wek kevirê mîhengê(wek kevirê teneşîrê) bi kar bîne.
Çimkî tirk tu carî ji kurdê saxlem, nasyonalîst,
serxwebûnxwaz hez nakin, ew sinetkarekî, edîbekî çiqasî mezin be jî tirk qedir
nadinê, bi çavê neyar lê dinêrin.
Tirk tim li pey kurdê zeîf, kurdê şelaf in.
Serê kurdê asîmîle bûye, kurdê durre bûye mezin dikin, jib o baş bikin zilamên
xwe.
Nêçîrvan nêçîra xwe nas dike. Tirk, kurdê/kurda qelp di çav
xwe ra dikin û bi nikilan bi serî dikevin, heta baş kedî dikin, dikin zilamên
tirkan.
Kurdê ne li gorî dilê tirkan be, tirk tu carî navê wî bi başî nagirin devê xwe,
pesnê wî/wê nadin û pê ra dostiyê, hevaltiyê nakin.
Yanî heger tirkekî ji siyasetmedarekî kurd, ji edbî û
sinetkarekî kurd hez kir, pesnê wî/wê da, reqlama wî/wê kirin bizanibin di wî kurdî
da zeîfîyek, qelpîyek heye, lema tirk pesnê wî didin.
Dijmin tu carî ji meriv hez nake, pesnê meriv nade…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar