21 oktober 2021

Şans

Mêrik bi hevalê xwe ra sohbet dikir, got:

-Law li ciyê karê min yek hebû, mêrik yekî pir bi şans bû.
Hevalê wî got:
-Çawa?

-Salê çûnî sîgorta qezayê dabû çêkirin, sê roj di ser ra derbas bûn ket û nigê wî şikiya. Sîgortayê pere dayê.

Dûra sîgorta şewatê da çêkirin. Çend roj di ser ra nebihurîn agir bi malê ket, mal bû arî. Dîsa sîgortayê pere dayê.

Deh roj berê jî sîgorta jiyanê dabû çêkirin. Belkî tu yê ji min bawer nekî, sê roj berê ji nişka ve mir. Jinikê û zarokan lêxistin, ewê di pera da bimînin.

 

Ji bo xapandinê

Jinikê ji keçika dezgahdar ra got:

-Tu ji vê betenê ra dibêjî herî ye, lê "naylon" li ser dinnivîse.

Keçikê got:

-Tu guh nede wê nivîsê, ji bo ku bizûz bixapin û nexun me ew nivîs li ser nivîsî ye.

 

Bawer nake

Mêrikê serxweş bi şev dîsa dereng çû malê. Xanima wî pê da xeyidî, got:

-Tu heta nuha li ku ma? Hela ka bibêje vê carê tu yê çi hêncetê(bahaneyê)bibînî ?

Mêrik hustuyê xwe xwar kir, got:

-Qet tu hênceteke min jî tuneye.

Jinik hinekî din hêrs bû, got:

-Na lo, yanî tu dibêjî ez nuha ji te bawer bikim?

 

Xatirxwestin

Mêrikê alkolîst li ber mirinê bû. Bi dengekî melûl ji yên dora xwe dubleyek araqî xwest. Yên li dorê gotin:

-Malava, ma nuh wexta araqiyê ye?

Serê xwe hejand, got:

-Ezê xatir jê bixwazim. Berî mirinê dibê meriv ji hezkiriyên xwe xatir bixwaze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE