20 oktober 2021

Gur, rûvî û qantir

Rojekê rûvî pir birçî bûbû, ji bo ku ji xwe ra nêçîrekê bike li çol û çepelan digerîye. Hew carê dît gurekî ji nişka ve xwe çindî ser kir û ew girt.
Rûvî bû hekeheka wî kenîya, got:
-Wey hemd ji Xwedê ra ji bo ku te ez girtim.
Gur matmayî ma, got:

-Law rûvî, ev tiştekî pir ecêb e, ez dikim te bixum, tu dikenî û dibêjî hemd ji Xwedê ra te ez girtim. Ev çi îş e?
Rûvî got:
-Ez hêvî dikim tu zêde dirêj nekî, tu min zû bixwî ji bo ku ez zû bigihîjim miradê xwe.

Ev bersîva rûvî ji gur ra bû meraqeke mezin, got:
-Hela ji min ra bibêje çima tu wiha dibêjî, çima tu dixwazî ez te zû bixum?
Rûvî got:
-Di xortaniya xwe da min gelek gunehên mezin û biçûk kirine. Min ji mele pirsî. Got heger tu neçî Hecê, Mala Xwedê tewaf nekî, tu yê carî nikanibî ji wan gunehan xelas bibî. Mele got, dema meriv ji dil û bi nêteke pak berê xwe bide Hecê, piştî ku meriv ji ber deriyê mala xwe bi rê ket, meriv li ku derê bimre heca meriv qebûl dibe, meriv dibe hecî û ji gunehên xwe pak dibe.

Îcar heger tu nuha min bixwî, ewê heca min qebûl bibe, ezê bi rûsipîtî herim huzûra Xwedê. Jixwe emrê min jî derbas bûye, heta nuha min têra xwe gelek rojên xweş û ne xweş dîtine. Taliya jiyanê tim mirin e, ha te nuha ez xwari me, ha sibe miri me, ferq nake.

Gava rûvî wiha got, dilê gur tenik bû, gunehê wî bi rûvî hat û jê ra got:
-Ma ji dil tu diçî Hecê?
Rûvî got:
-Erê, ez rêwiyê Mala Xwedê me.
Gur got:
-Ma heger ez bi te ra werim, tu yê min jî bi xwe ra bibî?
Rûvî got:
-Erê, ezê bi kêfxweşî mezinekî wek te bi xwe ra bibim û ezê ji vir hetanî wir xizmeta te jî bikim.
Gur da pêş, rûvî jî da dû û berê xwe dan Hecê.

Pir çûn, hindik çûn, rastî mêrgekê hatin. Demsal bihar bû. Bala xwe danê qantirek(hêstirek) xirmexirma wê ye li mêrgê diçêre. Dema qantirê gur dît, tirsiya, guhên xwe mûç kirin, bû firrîna wê. Rûvî got:
-Hey bêedebê, gur mezinekî heywana ye, berê xwe daye Mala Xwedê, tu jê ditirsî. Ma tu şerm nakî?
Qntirê got:
-Ma tu rast dibêjî hûn dikin herin hecê?
Rovî got:
-Ma ez yê derewa me? Helbet ez rast dibêjim.
Qantirê got:
-Baş e, hûn min jî bi xwe ra nabin? Ezê xulamiyê ji we ra bikim.
Rûvî got:
-Erê, bimeşe.
Qantir jî tevî gur û rûvî bû, bi hev ra ketin rê.
Bihar bû, erd xweş bû, her der hoşib û holmîyan bû. Gîha, nefel, kulîlk li çongê bû, qantir têr diçêriya. Gur li ser riya Mala Xwedê bû, tobedar bû, demek bû çêniyek goşt bi devê wî nebûbû, zeîf û jar ketibû.
Pir çûn, hindik çûn, gur rojekê ji rûvî ra got:

-Law rûvî, ez dikim ji nêza bimrim, ez ji taqet da ketime, ez hew îdare dikim, dibê ez goşt bixum.
Rûvî got:
-Berê me li Mala Xwedê ye, nabe em xerabiyê û gunehekî bikin. Lê belê em kanin bi riya şerîetê qantirê bixun.
Gur got:
-Baş e, tu çi bibêjî wek te.
Rûvî ji qantirê ra got:
-Bihar e, kêf kêfa te ye.Tu bi şev û roj diçêre û ava cemidî vedixwî. Lê ev camêrê hanê birçî dimîne, ev çend roj in li ser zenga dirana ye. Ev ne edalet e, ne jî camêrî ye.
Qantirê nêta rûvî û gur fêm kir, got:
-Tu çi dibêjî, fikrê te çi ye?
Rûvî got:
-Emê salên xwe(emrê xwe) ji hev ra bibêjin, ji me kî biçûktir be emê bixun.
Qantirê got:
-Baş e, hûn çawa dixwazin bira wek we be.
Her sê li hev rûniştin. Gur ji rûvî ra got:
-Rûvî, em ji te dest pê bikin. Emrê xwe bibêje, tu çend salî yî?
Rûvî got:
-Ciyê tu lê bî ji min û bavê min zêde ye ez bipeyivim…
Gur got:
-Wele bi qasî tê bîra min, diya min ji min ra got, sala Midyad ava bû Xwedê tu dayî.
Dema gur wiha got, rûvî her du pepikên xwe li sere xwe xist û bû kûze kûza wî, dest bi girî kir, got:
-Te birînên min ji nuh ve axivandin, kulên dilê min tevrakirin.

Wê salê du kurên min ên wek şêran mirin. Her du jî nuh dihatin, xortên simêlqeytanî bûn. Min her du jî nuh zewicandibûn. Lê Xwedê her du jî zû ji min stendin.
Gur got:
-Maşela, wê demê te pir emir kiriye.
Rûvî got:
-Tew mebêje. Ji bêarî ez hetanî nuha sax mame. Kî di dewsa min da bûya ji zûda di bin axê da bû.
Gur dageriya ser qantirê, got:
-Tu umrê xwe bibêje, tu çend salî ye?
Qantirê nêta gur û rûvî baş fêm kiribû, di dilê xwe da got:
-Ev şêwra xwarina min e. Qantir çiqasî emir bike jî, herî zêde bîst salan dijî. Emrê wan ji sed salan borîye, ez çi bibêjim jî ezê ji wan biçûktir bim û ewê min bixun.
Qantirê got:
-Ez nizanim ez çend salî me. Lê diya min ji min ra got, çaxa cara pêşî min tu sol kir, li ser sola nigê te yê rastê min emrê te nivîsî ye. Dibê hûn bixwînin.
Gur ji rûvî ra got:
-Rûvî, rabe bixwîne.
Rûvî rabû çû pişt qantirê, jê hinekî dûr sekinî. Qantirê nigê(simê)xwe yê rastê bilind kir. Rûvî ji dûr va bala xwe dayê, talûke fêm kir, çû ji gur ra got:
-Bi serê te, wê sala her du kurên min mirin ji girî min çav li xwe kor kirin. Ji wê rojê da ye çavê min baş nabîne. Lema min nikanîbû bixwenda.
Gur got:
-Xwendin karê min e, min pir xwendiye.
Wiha got û berê xwe da pişt qantirê. Qantirê nigê xwe bilind kir, dema gur nêzîkî lê kir, ket zefta zîtikê, bi hemû hêza xwe zîtikek(pihînek)li orta enîya gur xist, gur pengizî, bi hewa ket, serê wî perçe bû.
Dema rûvî ev halê gur dît, berê kenîya, dûra da girî. Qantirê got:
-Law rûvî, meriv ne ji şîna te tiştekî fêm dike, ne jî ji şahîya te. Nuha tu şînê dikî ya jî şahiyê ?
Rûvî kenîya, got:
-Dema gur berê Xwe dabû Mala Xwedê û dikira bibûya hecî tê bîra min, giriyê min tê û dema katibiya wî tê bîra min, fena ku li Medresa Sor xwendibe, kenê min tê.
Çîroka min çû deştê, dê û bavê min çûn bihuştê…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE