20 oktober 2021

Zorbatî ne rexnekirine

Li Diyarbekrê hin kesan êrîşê pêşangeha Ahmet Guneştekîn kirine, çend tabût ji ser bedenê avêtine jêr.
Ev ne rexnekirine, êrîşkarî û zorbatî ye, tu ferqa wê ji zorbatiya dewletê tune ye.

Hûn kanin pêşangehê bi şiklekî medenî, kulturî, edebî rexne bikin, lê êrîş, zorbatî şaş e, dibê were mahkûmkirin.

Ne rast e meriv her tiştê ne li gorî dilê xwe yasax bike, nehêle fikrê xwe bibêje.
Bi sedan kesên tiştên ji Guneştekîn xerabtir dikin hene, karên dikin, têkiliyên wan ji yên Guneştekîn pir xerabtir in.

Pêşangeha wî ne bi dilê me jî ne karekî xerab e, lê kanîbû baştir bikira.

Ez êrîşê şermezar dikim.

Partî, organîzasyon, ronakbîr, sinetkar, nivîskarên kurd giş dibê li dijî vê êrîşê rabin, şermezar bikin.

Ji ber hawê pêşkêşkirina pêşangehê û mîvanên vexwendibûn û hezkirina wî ya ji Ataturk, di nivîsa xwe ya do da min jî Ahmet Guneştekîn rexne kir. Min nizanîbû merivekî hewqasî heyranê Ataturk e. Dilê min jê gerîya. Lê ez êrîşa ser pêşangehê rast nabînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE