19 oktober 2021

Bi bêsebrî li bende dîtina vî rismî bûm

 


Ez bi bêsebrî li bende vê rojê bûm. Ji bo ku ev roj were pir xebitîm, gelek şevan bêxew mam. Min hevalên weşanxaneyê jî bi xwe gelkî westan.

Ji bo ku zarokên me çîrokên li gorî dilê xwe, bi çapeke xweşik bixwînin çi ji destê min û Weşanxana Darayê hat me kir.

Hevalên weşanxaneyê, yên mîzanpaj çêkirin, yên risim û berg çêkrin ew jî bi min ra gelkî westiyan, me bi mehan bi hev ra da û stend.

Lema jî ne ez tenê, hevalên Weşanxaneya Darayê jî yên mîjanpaj û risimên wê çêkirin jî pir westiyan.

Darayê xwe ji tu mesrefê neda alî.  Ji bo ku kitêb bêkêmasî û xweşik derkeve tiştê ji destê min û hevalên Darayê hat me kir.

Hêvî dikim em bi ser ketibin û kitêb bi dilê we û zarokên me be.

Gelek sipas ji bo Darayê.

XXX

Min derketina kitêba xwe bi qedehek Vodka Absolut pîroz kir. Ji bo ku serê min baş xweş bibe min qedeh tije kir.

Ne serxweş im, ji xwe ez ne mêrê bi qedehek Votka serxweş bibim, lê kêfa serê xwen li cî ye.

Nêta min heye qedeheke din jî bi ser xwe da kim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE