19 oktober 2021

Li ser pêşangeha "Odeya Hafizayê" çend gotin


Ez Ahmet Guneştekînê resam nas nakim, pê ra dostî û hevaltîyeke min tune ye. Wî ji medyaya sosyal nas dikim.

Bi qasî ez dibînim Ahmet Guneştekîn resamekî baş e, têra xwe bi nav û deng e.
Ahmet Guneştekîn li Diyarbekrê di 16ê mehê da bi navê ”Odeya Hafizayê” pêşangeheke mezin vekir. Pêşangehê olaneke mezin veda, him pesnê wê pir hat dayin, him jî gelkî hat rexnekirin.

Karê Ahmet Guneştekîn kiriye bêguman karekî hêja ye, dibê meriv teqdîr bike. 
Gelek kesan ji ber şikil û awayê vekirinê û pêşkêşkirina pêşangehê Guneştekîn rexne kirin.  

Çimkî Ahmet Guneştekîn gelek kesên ji qetlîam, îşkence û terorîzekirina kurdan ra li çepikan xistine, li dijî azadîya kurdan in wek mîvanên şerefê dahwet kiribûn.

Trajedîya pêşangeh bi ”Odeya Hafizayê” dixwaze bi bîra kurdan xe, hin mîvanên şerefê jê ra li çepikan xistibûn.

Vekirina pêşangehê jî ne li gorî nav û naveroka wê bû, bi muzîk û govend hat vekirin.

Naveroka pêşangehê, tiştên di pêşangehê da hatine amadekirin, rismên, metaforên xemgîniyê û heznîtiyê ne, ne yên kilaman û  reqsê ne.



Rexneyan yek din jî kemalîstiya Ahmet Guneştekîn e, yanî hezkirina wî ya ji Ataturk e.

Li ser naveroka pêşangehê, şiklê pêşkêşkirina vekirinê, mîvanên hatin vexwendin(ezimandin) meriv kane gelek tiştan bibêje, gelek rexneyan lê Guneştekîn bigire û min bi xwe jî di vî warî da ew rexne kir, min got dibê wiha nekira, xwezî wiha nekiriba.

Lê min nizanîbû Ahmet Guneştekîn hewqasî heyranê Ataturk bûye, hewqasî pesnê Ataturk daye.
Ji ber ku min Ahmet Guneştekîn hewqasî nas nedikir, carê du caran min wek resamekî kurd ew parast û belkî hinekî pesnê wî jî da. Nayê bîra min çi gotiye, lê ez di heqê wî da pozîtîf difikirîm û min gelkî qedir dida wî.

Heger min bizanîbûya Ahmet Guneştekîn hewqasî heyranê Ataturk e min ew nediparast, kêfa xwe jê ra nedianî.

Ahmet Guneştekîn resamekî çiqasî mezin be jî, ji me ra çi çêke jî meriv nikane kemalîstiya wî, heyranîya wî ya ji neyarekî miletê kurd ra, ji qatilên bi hezaran kurdî ra nebîne. Yanî sinetê Guneştekîn vê tarîxa wî paqij nake, wî nade efûkirin.

Ez tim dibêjim, tirkan gelek kurd lewitandine, lekedar kirine. Meriv gişan nas nake.
Carnan yek karekî baş dike, di heqê gelê xwe da peyveke baş dibêje kêfa meriv tê, meriv diecibîne, teqdîr dike. Dûra derdikeve ne paqij e. Meriv matmayî dimîne.

Min qet texmîn nedikir yekî Ahmet Guneştekîn hewqasî heyranê Ataturk be, hewqasî pesnê wî bide. Pir li ber ketim.

Ahmet Guneştekîn ne merivekî cahil e, ne yekî nizane Ataturk çi kiriye, çi aniye serê miletê kurd, Kurdistan bi çi fêlbaziyê dagir kiriye.

Guneştekîn bi van cirmên Ataturk gişan baş zane, lê dîsa jî Ataturk wek qehremanekî daye ser serê xwe, wek merivekî pir baş pesnê wî daye. Vê kemalîstiya Guneştekîn ez matmayî hîştim.

Diyar e ya Ahmet Guneştekîn tercîheke siyasî ye, ji bo wî Ataturk ne merivekî xerab e, ne yekî bi hezaran kurd dane kuştin û Kurdistan dagir kir. Ew ji Ataturk wek qehremanekî hez dike.

Wek kurd ne mimkûn e ez ji kesekî wiha, ji resamekî heyranê Ataturk hez bikim, tiştên Guneştekîn ji bo Ataturk gotine ewê wek lekeyek reş di tarîxa wî da bimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE