18 oktober 2021

Xapandin ne xweş e !

Di 8ê tebaxê da ji Telewîzyona Kurdistan24ê xanimeka bi navê Aware, telefonî min kir, edresa mala me xwest, got ez dixwazim bi te ra hevpeyvînekê bikim.

Min daxwaza wê qebûl kir û tavilê edresa xwe jê ra şand.
Roja 10ê tebaxê piştî nîvro saet li dora yekê xanim hat û hevpeyvîneke li dora saetekê bi min ra kir. Navê progrma wê ”Kowar” e.

Li ser jiyana min, nivîskariya min, bloga min, jiyana min a rojane, xeyalên min ên pêşerojê hin pirs ji min kirin û min jî bersîvên wê da.

Me sohbetek xweş kir. Got, hevpeyvîneke pir xweş bû, di nav çend rojan da ewê were weşandin.

Got dema hat weşan ya ezê te jê agahdar bikim, ya jî lînka programê ji te ra bişînim.

Heta 11ê îlonê deng jê derneket. Min telefon kir. Got program weşandine, min ji bîr kir lînkê ji te ra bişînim. Ezê nuha bişînim.

Di 11ê îlonê da min jê ra mesajek şand, min got ”te lînk neşand. Bersîv neda. Min telefon kir, bersîv neda.
Di 12ê îlonê da min mesajek din şand, min got:

”Aware xanim, ji bo çi tu bersîvê nadî? Heger naweşînin şerm neke, bibêje.”
Dîsa bersîv neda . Di 14ê îlonê da min ev mesaj jê ra nivîsî:

”Aware xanim, tiştekî wiha min ji te nedipa. Meriv bersîvê dide. Te ez xeyalşikesî kirim. Ez ne heyranê programê me. Min ji bo xatirê te qebûl kir."

Eynî rojê bi şev saet di 21.48a da ji min ra nivîsî, got:
”Ev çend roj in ez nesax im. Sibe lînkê bo cenabê te dişînim.”
Heta nuha ne lînk şand, ne telefon kir û ne jî got ji bo çi neweşandin?

Qey telewîzyonê program red kir, heger weşandibana ewê lînk bişanda. Qey şerm dike bibêje naweşînin.
Xapandin ne xweş e, şerm e. Meriv însanan naxapîne, derewa lê nake.

Ez ji neweşandina programê aciz nabim, telewîzyon kane programê neecibîne û neweşîne. Jixwe min bawer nedikir Kurdistan24 bi min ra hevpeyvînê bike.

Heger ew ne jin bûya min qebûl nedikir. Lê min nexwest ez daxwaza jinekê red bikim. Min got ezê bikim, heger ne weşandin jî ne problem e. 

Lê meriv dibêje em naweşînin. Kurdistan24ê ev yek nekir, ew hat mala min, ez westandim û program jî neweşandin û tenezul nekirin ji min ra bibêjin em naweşînin jî.

Ev ne tu exlaq e. Yê rojnamevan be, ex laqê rojnamevaniyê pê ra hebe wiha nake.

Min tiştek wenda nekir, lê Awara xanimê û Kurdistan24ê di dilê min da gelek tişt wenda kirin.

Sê sal berê, di 19ê sibata 2018a da xanimeka bi navê Sevda Kaplanê jî xwest ji bo BASNEWSê bi min ra hevpeyvînekê bike. Min daxwaza wê qebûl kir û jê ra got pirsên xwe bişîne.

Di 23ê sibatê da ji min ra 8 pirs şandin.
Min bi messengerê jê ra got, ”di nava hefteyekê da, belkî hîn jî zûtir ezê ji te ra bişînim.”
Tavilê bersîva da min, got ”temam, zor sipas dikim.”

Du saet di ser ra derbas bû, bi Messengerê ji min ra mesajak şand,  bi kurtî got: ”Di Facebookê da min nivîseke te xwend. Te hin der û dor rexne kiriye, rexneyek tuj e”, lema jî nabe ez bi te ra hevpeyvînê bikim.

Min xwe qet aciz nekir, min got ”baş e, Sewda xanim, em dev jê berdin. Ya muhîm zirar negihîje te. Gelek silavên biratiyê.”

Wê jî sipasî min kir û me dev jê berda.

Lê qenekê Sevda Kaplan xanimê got ji ber ku te hin kes, hin der rexne kirine ez nikanim, lê Aware xanimê ev jî negot, ez xapandim.
Wê rojê li Kitêbxaneya Kurdî, di kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd da ez dîtim tiştek negot, min jî neda ruyê wê.
Kanaleke Apociyan jî eynî tişt anîn serê min. Yekî bi min ra hevpeyvîn kir lê neweşandin. 
Rûdawê jî piştî 3- deqîqeyan axaftineke min a li dijî Tikriyê û Erdogan qut kir.

Ji nuha û pê da êdî Xwedê di orta min û wan telewîzyonan da, tobe! Xwîna min bi xelkê tahl e, dibê ez viya bibînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE