18 oktober 2021

Di nav me da kesên pir û pak pir kêm in

Tirkan navên gelek kurdên bi nav û deng, zana, întelektuel lekedar kirine. Ji ber bindestiya dûr û dirêj gelek kes bi zanetî ya jî bi nezanî, kêfî, ya jî mecbûrî ketine torra tirkan, navên xwe lekedar kirine.

Çaxa civat ne şiyar be, nasyonalîzim, şiûrê netewî di nav civatê da ne xurt be, heta însan xwe nas dike gelek şaşiyan dike, carnan jî bi hin têkiliyên bi tirkan ra xwe dilewitîne. Yên wiha pir in û haya wan jî ji lewitandina wan tune. Bi dostê û hevaltiya bi dijmin ra aciz nabin.

Heger meriv şercera siyasî ya her siyasetmedarî, her hunermendî û întelektuelî derxe û li gorî wê qedir bidê, kesên sipî-saxlem, pir û pak ewê pir kêm bin. Çi heyf di nav kurdên bakur da kesên xwe lewitandine pir in. Tirkan gelek kes kedî kirine.

Hz. Îsa gotiye, ”Kevirê ewilî bira ji we yê bêguneh bavêje”!
Gava şaşiyên, xetayên yekî derdikve yên ji xerabtir jî êrîş dikinê, kes sûcê xwe nabêje.

Av di golan da zêde bimîne genî dibe, bindestî zêde dirêj bajo şexsîyet seqet dibe.

Meriv ji ku dera şaşiyê vegere baş e. Ya muhîm meriv nebe hevalê hêzên dagirker û neyartiya gelê xwe neke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE