17 oktober 2021

Mazî di tarîtiyê da rê nîşanî meriv dide

Gotineke çîniyan a pir xweş heye, dibêjin:

”Serketin gelek tiştî fêrî meriv nake, lê belê serneketin gelek tiştî fêrî meriv dike.”
Bi gelemperî analojîyeke rast e, meriv ji şaşîyên xwe, ji têkçûnên xwe dersê, ibretê û tecrûbeyê digire.

Lê çi heyf em kurd tu carî ji têkçûn û şaşiyên xwe ders û ibretê nagirin. Ev dused sal in em zanin em ji ber bêtifaqiyê bi ser nakevin, lê dîsa jî em nikanin dawiyê li bêtifaqiyê bînin. Tu têkçûn, tu şaşî me biaqil nake.

XXX

Gotineke pêşiyên japonî jî dibêje:
”Mazî lempeya jiyana we ye, di tarîtiyê da rê nîşanî we dide, ber we ronî dike.”

Haya me ji mazîya me tuneye, çimkî me nenivîsîye, pêşiyên me çi hatibin sere wan bi xwe ra birine gorrê.
Lema jî em xweşikî bi tarîxa xwe, bi mazîya xwe nizanin. Dîsa xêra hin denbêjan û kilamên folklorîk hin tişt bi ber guhê me ketine.

XXX


Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne

Hêrs qet ne baş e. Di kîjan karî da dibe bira bibe, dibê meriv bi hêrsê biryarê nede. Merivê bi hers rabe, tim li zirarê derdikve, bi zirar rûdine.

Hêrs aqil ji sere meriv dibe, meriv bînteng dike. Hêrs dibe sebebê meriv biyarên çewt û bi zirar bigire.

Biryara bi hêrsê were girtin zirarê dide der û dora meriv jî. Dera hêrs lê were çandin poşmanî jê tê çinîn.

Lê poşmanî nikane şaşiyê rast û teafî bike, dilê şikyayî cebar nake.

Di her karî da, lê ilim jî di karê siyasî û rêxistinî da bînfirehî, aqilselîmî riya herî baş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE