17 oktober 2021

Nuha wexta min heye

Mêrê jinika gundî nexweş bû, li ber mirinê nû. Li ber serê mêrê xwe rûnişt û kûr, kûr dest bi girî kir.

Yên li dorê jê ra gotin:

-Bes begirî, te çavên xwe kor kirin. Înşela ewê baş bibe.

Jinikê got:

-Ma çi ferq dike, ha nuha ha dûra? Nuha karê min tune, destê min vala ye, ezê ji xwe ra têr bigrîm...

 

 Pilana pêşerojê

Xanima mîvan pasta danîbûn ber bi îştaheke mezin dixwar. Bi rûkenî ji keçika malê a biçûk pirsî:

-Delalê, çaxa tu mezin bû, tu yê çi bikî ?

Keçikê got:

-Ezê hindikî bixum, parêz bikim.

 

Azan

Lawikê biçûk bi meraq ji bavê xwe pirsî:

-Bavo, dîk ji bo sibehan hewqasî zû azan didin?

-Bavê got:

-Ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin. Çimkî dûra mirîşk jî şiyar dibin.

 Hesab

Mêrê jinikê yekî pir şerûd, cirnexweş û devpîs bû. Di mal da tim şer û pevçûn bû. Halê jinikê ne tu hal bû. Piştî bîst sal jianeka ne xweş, rojekê nexweş ket, xelas nebû, mir. Li dinya din milyaketê tasnîfa gunehan, çêyî û xerabîyan dikir, piştî pelên defterê di ser hev ra qulibandin, got:

-Tu yê bîst salan di Cahnimê da bimînî.

Jinikê bi nazikî pirsî:

-Ma qey bîst salên berî viya ewê neyê hesabkirin?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE