16 oktober 2021

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 25a çêkir

 


Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê îro kongreya xwe ya 25a li Kitêbxaneya Kurdî çêkir.

Bi vê minasebetê min gelek dost û heval dîtin û hinek sohbet kir. Bîna me bi hev fire bû. Ji zûda ye Corona malxerab em di malên me da hes kiriye.

Piştî minaqaşeyên dûr û dirêj me komîteya karger a nuh hilbijart. Di Kongreyê de navê "Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê" hat guhertin, bû "Yekîtiya Nivîskarên Kurd Li Swêdê" .

Ciyê me teng bû û gelek kes hatibûn. Hêvî dikim kesî Corona di me negerand û her kes bi silametî vegerîya mala xwe.

Ev kes weke komîteya kargêr hatin hilbijartin:

Nesrîn Rojkan (Serok)

Tîmûrê Xelîl (Sekreter)

Zinar Soran (Berpirsiyarê aborî)

Paşa Brodirêj (cîgir)

Siddik Bozarslan(Cîgir)

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE