16 oktober 2021

Angela Merkel pir qelp derket

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel îro li Tirkiyê ye; ji bo ku ji Serokê  Tirkiyê Erdogan xatir bixwaze.

Angela Merkel yeka pir qelp û vala ye, ne layiqî wê kursêyê û wî nav û dengê xwe ye.

Erdogan hetanî nuha gotinên nemayî ji Merkelê ra kir, ew bi nazîzmê îtham kir.

Her nirx, hêjayî û dezgeha Ewrûpa ya Merkel qedir û qîmetê didê, Erdogan filisekî xwe tê nade, biryarên wan dezgehan, wan mahkimeyan nas nas nake.

Erdogan bi dehhezaran însanên bêsûc, mezlûm, sirf ji bo ku kurd in, ji bo mixalifên wî ne ev 5-6 sal in êsîr girtine, bernade.

Erdogan dîktatorekî ji Seddam gelkî xerabtir e, bi gelek sûcên giran tê îthamkirin, serokê ewrûpî tuneye Erdogan heqaret lê nekiribe û gef lê nexwaribe.

Elbexdadî, malbata wî, cîgirê El Bexdadî û bi sedan serokên Daîşê li Tirkiyê derketin. Alîkariya Tirkiyê bi Daîşê û bi hêzên îslamî ra êdî ne veşartî ye, Erdogan bi terorîstên îslamî welatan dagir dige, şer dike û ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê digre.

Lê Angela Merkel bêyî ku şerm bike Erdogan dostekî xwe yê nêzîk dibîne û lema jî dihere xatir jê dixwaze.
Heger Angela Merkelê bisqalek qedir bida nirxên Ewrûpayê û yên xwedêgiravî ew qedir didê nediçû zîyareta Erdogan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE