15 oktober 2021

Îro gelek kesî riya xwe bi Hindik-Rindik xistiye

Qey kêfa xwendevanan ji nivîsên min ên do û îro ra hatiye, lema jî îro 1892 kesî bala xwe daye bloga min “hindik-rindik”.

Ev çendak bû zîyaretçiyên min kêm bûbûn, daketibû bin 330î.

Lê îro surprîzeke xweş kirine. Pir kêfxweş bûm, mala wan ava be. Hêvî dikim her roj surprîzên wiha bikin.

Ez bawer nakim di tu serdanê da hûn poşman bibin. Ji min nivîs, ji we xwendin. 
Lê min berê jî çend caran gotiye, rojê 10 kes jî bloga min bitikîne, ezê dîsa jî binivîsim.
Bloga min ji bo min wek deftereke notên rojane ye, were xwendin, neyê xwendin ezê notên xwe yên rojane binivîsînim.

XXX
Meriv kal û pîr dibe dil pîr nabe, rast e.

Xwezî dil jî bi meriv ra kal û pîr bibûya. Bedena ji pertav da ketî, çongên lerizokî, pişta xûz, çavên şîloqî, devê kox ewê dilê pîr nebûye çi bike?

 

XXX

Ji bo ku feqîran bixapînin,aş bikin gotine ”bêrîka feqîran vala ye, lê dilê wan zengîn e.”

Bi Xwedê kê gotibe ne rast e. Dil çiqasî pak û û “zengîn” be jî heger bêrîk vala be, zikê birçî têr nake.

Ji bo zikê pirçî têr bibe, dibê bêrîka vala tije be. Bêrîka tije dil xerab nake. Yê xerab, pîs ne pere ye, însan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE