Pirsên pêşiyan him bi maneyên xwe yên mecazî pir xweş û bi bandor in, him jî tiştê meriv nikane bi sed gotinê bibêje, bi gotineke pêşiya dibêje, him jî bi rengekî xweş û bi tesîr. Peyvên pêşiyan, biwêj di axaftinê da pir bi tesîr in, galgalên zêde kin dikin.
Li alî din gotinên pêşiyan jî zengîniya zimanê me û kultura me jî nîşan dide.
Pirsên pêşiyan û biwêj(îfade)hafizeya miletekî ye, dibê meriv qedir û qîmetê bidê û bi devikî nehêle, binivîse.
Min xwest îşev çend gotinên pêşiyan belav bikim. Miheqeq li derên din jî hatine belavkirin, gelek kes bi wan zanin. Lê zirara wê tune, dubarekirin serê me naşkîne.
-Agir xweş e, lê xwelî jî jê çêdibe
-Aqilê sivik bare giran
-Av diherike coka xwe çê dike
-Aynê bizina kol ji bizina bi qiloç ra
namîne
-Ban qul be, binban şil e
-Baran disekine, ga bi cil dike
-Barê ketîyan kes raneke
-Barê tu nikanî rahîjê nekeve binî
-Ben di ciyê zirav da diqete
-Bira tiştên te hemû nû bin, dostên te
yên kevn bin
-Çav neynika çava ye
-Çerxa felekê geh li jêr e, geh li jor e
-Çû dermanê mîzê, gû lê esirî
-Dahsek nikane bi dahlekê
-Dev dixwe, rû fedî dike
-Deyndar xwe avêtiya pişt xwîndar
-Ez çi dibêjim, bilûra min çi lêdixe
-Ez hatime daweta te, tu hatiye diziya min
-Ferxên şêran jî şêr in
-Fesad razan, gur û mihî bi hev ra
çêriyan
-Gotina rast sondê naxwaze
-Gotina xweş bihara dil e
-Hechecikê silavan li Hecê ke
-Havînê tu li ber sîyê pal bidî,
zivistanê jî tu yê zikê xwe miz bidî.
-Kahrê sêwî nabe nêrî
-Her kes xwe li agirê germ digre
Heta ker hebin yên palik lêkin pir in
-Hêrs tê çav reş dibe, hers diçe rû reş dibe
-Hînbûyan hîn neke, hînkaran ji bîr neke
-Heyfa ciwaniyê pîrbûn li pê ye
-Hûrik, hûruk, dagirt tûrik
-Him sere xwe dişkîne, him baca xwe dide
-Jê ket, pê ket. Jê keto, pê keto
-Ji ker ra gotin bilîze, wî da zîtika
-Kahrê sêwî nabe nêrî
-Kara gavana siwarbûna kera ye
-Kerên guhsist tirrên şidyayî dikin
-Kûçik bi qusandinê nabetajî
-Mar qula xwe nas dike.
-Meriv li ber kanîyê tî namîne
-Mêş li ser demûşê datîne
-Mirî ne melûn be, gorr lê teng nabe
-Mîha xerab li rex kerî mexel tê
-Nanê bi minet nayê xwarin
-Ne ker tê ber bar, ne bar dihere ber kerê
-Nanê Îsa dixwe, silawatê li Mûsa tine
-Nabêjin kêr kir, dibêjin kê got?
-Nêçîrvan nêçîra xwe nas dike
Nivişta bêtişt, xwediyê xwe kuşt
-Noka genî çû bajêr bû leblebî
-Qebhet bibe taca zêrîn jî kes nade sere xwe
-Rasto durusto, xwaro şikesto
-Rûnê genî li ser nanê xwedî
-Şer bi tivinga vala nabe
-Sed pez xwe didin ber siya darekê
-Serê rastan tim bilind e
-Sergo nadin ser banan.
-Seyê me ye, li ber deriyê xelkê direye
-Sîrekê dide, bi pîvazekê jê xelas nabe
-Tenûr bi tirr û fisan germ nabe.
-Terrîya kûçik rast nabe
-Tûrê parseke tu carî tije nabe
-Tu dar tune ye ba lê nekve, tu çiya tune ye rê vênekeve.
-Wexta nêçîra min tê, guyê tajîyê min tê
-Xal Xidiro, her ro li viro
-Xwediyên miriyan kor in
-Xisar birê fêdê ye
-Yê direve jî gazî Xwedê dike, dide pê jî gazî Xwedê dike
-Ziman ji şûr tûjtir e
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar