14 oktober 2021

Tirk û Talîban dê û dot in

Heyeta Talîban îro li Tirkiyê bû. Heta nuha têkiliya tirkan bi Talîbanan ra di bin ra, bi dizî bû, nuha êdî eşkere dikin. Tirkiya erdogan û Talîban yê hev in, wek dê û dotê ne.

Tirk ji birçîna kazekaza wan e, bi erdê ve zeliqî ne, li dû hestiyan û kurtêlek nan in.
Aborî têk çûye, xwedî sermîyan revîrevî ji Tirkiyê direvin.

Yanî meriv kane bibêje bi parsê ketine.

Lema jî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu piştî hevdîtinê bi şalûziyek mezin qala Talîbanan kiriye, gotiye em wek Xerbîyan ne qure û pozbilind in, em bi nermayî fikir û pêşniyarên xwe dibêjin.

Ji bo ku Talîban çend karan bidin wan, çend qurişan têxin bêrîka wan, xwe ji Talîbanan ra dikin erd, şelafiya nayê bîra kesî dikin.

Çimkî naxwazin Talîban ji zilam û çeteyên tirk yên eroînfiroş ra zahmetiyan derxin

 

XXX

Pêşiyên me gotine piştî tengasiyê firehî ye. Umrê min bû 71 bi Xwedê min hîn jî tu firehî nedî.

Dawiya her salê ez dibêjim, sal bi sal, xwezî bi par.

Salê çûnî(par) min got belkî salê tê baştir be, lê îsal tew xerabtir bû. Tirk dîsa ji pêsîra me neqetiyan, wek sala berê dîsa em xwar in.

Sal hindik maye. Hêvî dikim salê tê baştir be, tirk li belakê rast werin, em ruyê firehiyê bibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE