11 oktober 2021

Xelk ji van partîyan bêzar bûye

Li gorî ragîhandina Komîsiyona Hilbijartinê a Iraqê rêjeya beşdariya dengdana parlamentoyê ji sedî 41 bûye û beşdariya herî zêde jî li Duhokê bûye. Ew jî ji sedî 54 e.

Ji sedî 41 beşdarîya hilbijartinan pir hindik e, herî kêm dibê di ser ji sedî 50î ra bûya.

Diyar e xelk ji van partiyan, ji van siyasetmedaran ne razî ye.

Li Kurdistanê bêyî hereketa Nûwey Nû rayên hemû partiyan kêm bûye.
Silêmanî jî êdî ne kela YNKê ye. Li Silêmaniyê jî partiya Şahsiwar Qadir Nûweyê Nû 12 hezar ray ji YNKê zêdetir girtiye.

Nûwey Nû di hilbijartina 2018a da 4 parlamenter derxistine, di vê hilbijartiyan ev jimar kiriye 8 parlamenter.
Ecêba herî giran rewşa hereketa Goran e. Di hilbijartinan da Goranê parlamenterek jî dernexistiye. Sebeb çi ye, çima wiha bû pir xerîb e.

 

Li Duhokê rêjeya beşdariya hilbijartinê ji sedî 54 ye.

Li Hewlêrê ji sedî 43 ye.

Li Silêmaniyê ji 35 e.

Gelo sebebê vê beşdariya kêm, vê protestoyê çi ye?

Ji bo çi kurd neçûne ser sindoqan û ray nedane?

Gelo xelkê bi vê protestoyê çi mesaj daye partiyan û siyasetmedaran?
Tiştê meriv ji vê netîceyê fêm dike, xelk ji partiyan, ji serok û siyasetmedaran bêzar bûye, lema jî zêde guh nedane hilbijartinan.

Li gorî netîceyên ne temam:
PDKê 30
YNKê 8
Nûweyî Nû 8
Yekgirto 2
Komela 2 parlamenter derxistine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE