10 oktober 2021

Blogerîya kurmancî ketiye ber sikratê

Tu bi halê min, ez bi halê te, em giş bi halên hev.

Min nuha bala xwe da blogên ez carnan riya xwe bi wan dixim. Hinek hatine girtin, hinek çend sal in di xew da ne, ne aktîv in.

Yek du heb nîv aktîv in, ne tam mirî ne, ne tam sax in; 5-6 meh berê nivîsek xistinê.

Sal bi sal xwezî bi par. Ava kûzê nuh sar e, destpêkê salekê, du salan aktîv bûne, dûra westiyan e û teslîmî tembeliyê bûne.

Di nav gişan da yê newestiya ye, ev 14 sal in li ber xwe daye tenê Hindik-Rindik e, tenê ez im.

Ecêb e, keç û xort zû westiyan e, kokimekî tenê bi înad li ber xwe daye.

Çima wiha bûye, blogerî çima rexbetê nabîne ez nizanim. Di Twîtterê da însan roj bi roj zêde dibin, lê bloger kêm dibin, meriv kane bibêje di cepha kurmancî da blogerî mirî ye.

Ez blogên kurdan yên bi tirkî taqîb nakim, gelo cepha tirkî jî eynî ye?
Yanî halê wan jî wek blogên kurmancî ye?

 

4 kommentarer:

  1. Belkî ji ber ku di blogîyê de pir zêde înterekşina dua-alî tune ye, ciwan wekî berê nikanin sebra xwe pê bînin ezbenî.

    Like, re-tweet, komêntên bi carekê re, peyamên taybet ên Instagram û Twîterê bêtir cazîb tên bi kesên ciwan, wan dikêşin.

    Blog bêtir ciyê naverokê ye, fikr û nivîsê ye. Wekî min got înterekşin tê de tune.

    Pir zêde yên bi tirkî nizanim lê bi giştî ji ber vê sebebê - û belkî hinên din - formata blogan wekî "demode" tên hesêb bi qasî ku pê dihisim. Xelk înstagram û twîtê jî wekî blog bi kar tînin, hin jî berê xwe didin dengî û vîdeoyê. Ew jî dikarin wekî blog bên hesêb, lê ne bi nivîskî helbet.

    Lê bi raya min dîsa jî deverên gelekî bikêrhatî ne ji bo kurmancîyê, hêvîya min ew e ku hindik û rindik, blogerên nû û spesîfîk bigihên di vî zimanî de.

    Û ji cenabê te ra jî çendbare qewet û sihetê divêm...

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas ji bo vê şiroveya te ya hêja. Rast e, însan êdî wek berê blogan naşopînin. Wek te jî gotiye blog êdî demode bûye, bûye wek gramafonê, plaqê û kasêtê. Dema blogê qediya. Lê ezê dom bikim, ji bo min hîn demode nebûye.

      Radera
  2. bi rastî jî dema ez dinêrim gelek bloggerên kurd dev jê bloggeriyê berdane. dibe ku sedemek zêde nexwendina naveroka wan be. ji serde piştî Google destê xwe ji zimanê kurdî kişand reklaman jî li ser blogên kurdî rakir. dibe ku ev jî sedemek be. ez bixwe nû me. û li pey min rêyek dirêj heye. Hêvî dikim kelacanîya min û motivasyona min kêm nebe ku heta ji min hat vê îşê bidomînim.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ser xêrê be, tu bi xêr hatî xortê delal. Tu bi kurdî çi binivîse baş e. Lê dibê dûzanek, îstîkrarek di bloga te hebe, xwendevan bizanibin kînga nuh(update) dibe
      Min tu carî îşê xwe ji reqlam meqlaman neanî. Yek kes bixwîne, hezar kes bixwînin ez her roj dinivîsim.

      Radera

PARVE BIKE