10 oktober 2021

Dewlet narkotîkayê di nav xortên me da belav dike

Wê rojê ez bi pismamê xwe ra peyivîm, got keko li Wêranşarê narkotîka di nav xortan da pir belav bûye, serê her kuçeyeke bajêr narkotîka tê firotin, pûlis jî lê temaşe dikin, dengê xwe nakin.

Gelek zarokên merivên min, nas û dostên min bûne muptelayê vê jahrê. Malbatên wan bi çewelan pere lê mesref kirine, lê dîsa jî nikanin zarokên xwe jê xelas bikin.

Li Tirkiyê, belkî li Kurdistanê jî ciyên narkomanan tedawî dikin vebûne, xelk zarokên xwe dibin wan deran û milyonan pera didin.

Di dema min da li Wêranşarê kesên narkotîka, eroîn bi kar dianîn tune bûn, tenê 2-3 kesên esrar dikşandin hebûn. Mej i wan ra digot ”esrarkêş”.

Lê dibêjin nuha her babetê heb û narkotîkayê li her derê eşkere tê firotin.
Heger li Wêranşarê wiha be, bi texmîna min li gelek bajarên Kurdistanê yên din jî rewş wiha ye, belkî hîn xerabtir be jî.

Tiştê ez dibînim dewlet bi zanetî dihêle, teşwîq dike narkotîka/tiryak di nav xortan da belav bibe, xortên kurd bibin muptelayên narkotîkayê.

Dewlet bi vî hawî, bi vê riyê keç û xortan ji siyasetê dûr dixin. Yên dibin narkoman, muptelayên madeyên tiryakiyê xwe nêzî siyasetê û meselên netewî nakin.

Yanî dewlet ne bi sîlehan, asîmîlasyonê tenê, di nav xortan da bi belavkirina narkotîkayê jî şerê kurdan dike. Û di vî warî da zirareke pir mezin daye kurdan. Bi taybetî jî li bajarên tevgera kurdî, netewî lê xurt e narkotîyê di nav xortan da belav dikin, dihêlin alvêra narkotîkayê eşkere bibe, kesên difroşin, tîcareta vî îşî dikin nagrin.

Komele û partiyên kurdî dibê li ser vê meselê rawestin û tiştê ji destê wan tê bikin. Hêzên dagirker ji bo ku keç û xortên me nekevin nav tevgerên siyasî riyên xerab bi ber wan dixin, wan teşwîqî riyên xerab dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE