Di 26ê îlonê da li Hewlêrê di nabêna kurd û tirkan da civîneke aborî çêbûye. Hukûmeta Kurdistanê navê civînê kiribûye ”Foruma Aborî ya Tirkiyê-Kurdistanê”.
Li gorî xebera Ferît Aslan a di malpera Medyascopê da Wezîrê Tîcaretê yê Tirkiyê Mehmet Mûş û heyeta pê ra li dijî vî navî derketine, gotine em navê Kurdistanê qebûl nakin, ji dêlî wê, ”Foruma Aborî ya Tirkiyê- Îraqê” wek nav pêşniyar kirine.
Kurd li dijî vê pêşniyara Tirkiyê derketine, lê di dawiyê da teslîmî tirkan bûne û nevekî din, navê ”Nirxandina Aborî” qebûl kirine.Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji vê şêla tirkan aciz bûye û di axaftina xwe da gotiye:
”Serê salan e hûn li vir kar dikin. Lê belê hûn naxwazin navê vira rast bibêjin. Ev ne şêleke rast e. Navê Kurdistanê di Qanûna Esasî ya Îraqê da heye. Em tu maneyekê nadin bikarneanîna vî navî. Ji bo çareserîya gelşan hûn ji min alîkariyê dixwazin, lê belê hûn naxwazin navê vira jî bibêjin. Bi vê şêla we emê çawa meselan çareser bikin?”
Ji heyeta Tirkiyê kesî bersîv nedaye vê gazina Mesrûr
Barzanî.
Lê tirk mêrikan ji ya xwe daneketine û Hukûmeta Kurdistana Federe li
hemberî wan hustu xwar xwar kiriye, navê civînê kirine ”Nirxandina Aborî”.
Dijminatiyeke ji viya mezintir nabe, merivê xwedî şexsîyet bi şertekî wiha bi
tirkan ra rûnane.
Heger kurd xwedî şexsîyet bûna ev sansora navê welatê xwe qebûl nedikrin, piştî
vê neyartiya eşkere bi tirkan ra tu civîn, mivîn çênedikrin.
Lê çi heyf bi berpirsiyar û serokên kurdan ew xurûr, ew şexsîyet tune ye, lema
jî piştî vê rezaletiyê jî bi tirkan ra rûniştine.
Sebebê vê çavsorî, hustûrî û bêperwatiya tirkan pepûkî û tirsonekîya serokên
kurdan e, bi vê siyaseta xwe ya newêrek tirk aşûnî kirine. Tirk bala xwe didinê
kurd ne tu tişt in, zû hustuyê xwe xwar dikin, zû teslîm dibin. Lema jî ev 30
sal in tirk li hemberî kurdan vê bêedebiyê dikin, navê Kurdistanê bi kurdan
didin sansorkirin.
Sûcê kurda ye, heger serokên kurdan ne rebenok bûna, hustuyên xwe li hemberî
tirkan tim xwar nekirina, tirkan ewê newêrîbûn li Hewlêrê daxwaza sansorkirina
navê Kurdistanê ji kurdan bikirana.
Dibê heyeta tirkan newêrîbûya daxwazeke wiha ji kurdan bike û dema kir jî dibê
kurdan ew biqewitandina, riya derî nîşanî wan bidana.
Lê berpirsiyar û serokên me ne ew mêr in, ne xwediyê wê şexsîyeta netewî ne ku
heqareteke wiha qebûl nekin.
Lema jî tirkan kanîbûne li Hewlêrê navê Kurdistanê sansor bikin.
Yên di civînekê da sansorkirina navê Kurdistanê qebûl bikin nikanin Kurdistanê
rizgar bikin, nikanin siyaseteke bi şexsîyet bimeşînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar