09 oktober 2021

Çareyeke ecêb

Hevalê wî jê ra got:

-Law malxerab, ma meriv cara xaniyê li kêleka fabrîqa dînamîta kirê dike ?

Mêrik got:

-Ez çi bikim bira, tuxtor ji min ra got dibê tu miheqeq dev ji cixarê berde. Ne ev talûke bûya min nikanîbû ev quzulqurt biterikanda.

 

Hêvî

-Mêrik ji hevalê xwe pirsî:

-Min bihîst tu li dû yeka jinbî ye. Xwedê bike hêviyekê dide te.

Hevalê wî got:

-Ez bawer dikim. Wê rojê ji min pirsî, got:

-Ma tu di xew da dikî xurexur ya na?

 

Berber e

Tuxtor piştî miayena mêrik qedand, jê ra got:

-Dibê tu dev ji her kar û barê serî berde, çavên xwe newestînî.

Yê nexweş bi dengekî bilind got:

-Hey wax, wê demê mala min şewitî, ez mehû bûm, tuxtor beg !

Tuxtor pirsî, got:

-Ma qey tu nivîskar î ?

Yê nexweş got:

-Na, ez berber im…

 

Texmîn

-Kalo bi hevalê xwe ra sohbet dikir, got:

-Çaxa ez xort bûm min wer bawer dikir ku tiştê herî muhîm pere ye. Lê nuha êdî kal bûm, min fikrê xwe guhert.

Hevalî got:

- Çima?

-Ê êdî ez wer bawer bikim, wer bawer nekim jî bêfêde ye, ez nikim tu pere mera qezenc bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE