09 oktober 2021

Biwêribin rastiyê bibêjin !

Serokê Amerîkayê Jo Bîden mayina leşkerên Amerîkayê li Kurdistana Rojava û Sûriyê saleke din dirêj kiriye û gotiye tevgera artêşa Tirkiyê li Rojava zirarê dide têkoşîna li dijî Daîşê û xelkê siwîl jî gelkî ditirsîne.

Dibê meriv navê tiştan rast bibêje, Tirkiye ne ku tenê zirarê dide micadela li dijî Daîşê, Tirkiye bi xwe Daîş e, fînansorê Daîşê ye.

Lê amerîkî û rojavayî newêrin bibêjin yê Daîşê sewq û îdare dike Tirkiye ye, ji dêlî vê va dibêjin efendim tiştê Tirkiye li Sûriyê dike zirarê dide micadela li dijî DAÎŞê.

Heyra rast bipeyivin, yê Daîşê li ser niga dihêle Tirkiye ye. Dibê hûn biwêribin viya ji Tirkiyê ra bibêjin û Tirkiyê ceza bikin. Heta hûn nebêjin Tirkiye li pişt Daîşê ye, Daîş tu carî naqede.

Erdogan bixwaze kane sibe alîkariyê ji ser Daîşê qut bike, Daîşê biqedîne, lê nake û heta li ser hukim be jî ewê neke. Ji bo ku tiştekî wiha bike, dibê zoreke mezin bibîne. Daîş û hêzên îslamî êdî beşeke artêşa Tirkiyê ne. Tenê nabêjin Daîş, navên cihê bi kar tînin. Ferq ev e.

Geh dibêjin mixalefeta Sûriyê, geh dibêjin Tûgayên Sultan Mûrad û nizanim çi û çi. Lê giş jî çeteyên Daîşê yên berê ne, Tirkiyê navên wan guhertiye, lê hemû jî Daîş in û girêdayî Tirkiyê ne. Amerîka jî, Rûsya jî û Yekîtiya Ewrûpayê jî viya baş zane, lê newêrin bibêjin.  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE