08 oktober 2021

Wek meriv li filîmekî dokumenter temaşe bike

 


Min îro kitêba Baran Zeydanlioglu ”Batili Kaynaklarda Şeyh Ubeydullahê Nehrî Hareketî ”(Di çavkaniyên Rojavayiyan da Hereketa Şêx Ubeydulahê Nehrî)qedand.

Ji ber ku çendakî ez hinekî nerhet bûm, çavê min kul bû, min nabên da xwendina wê. Lê min îro qedand.

Kitêbeke meriv nikane ji dest xwe deyne, min ji serî hetanî dawî bi heyecan û bi hezkirin xwend.

Yên dixwazin Şêx Ubeydulahê Nehrî û serîhildana wî baş nas bikin dibê miheqeq vê kitêbê bixwînin.

Kitêbeke pir xweş e, wek meriv li filmekî dokumenter, zindî temaşe bike.

Serîhildan roj bi roj, çi bûye, çi nebûye, kê çi kiriye, kî li dijî kurdan bûye yek bi yek ji devê şahidan tê neqilkirin.

Wek meriv bi serîhildanê ra be, meriv roj bi roj taqîb dike, pê ra dijî. Şahid dipeyivin, dinivîsin, serketin û têkçûna kurdan rojane not û rapor dikin.  Heger xwedî hebe ewê li ser vê serîhildana mezin û Şêx Ubeydulah filîmekî dokumenter çêke.

Serîhildanek pir mezin e, serok û qehremanên vê Serîhildanê merivên pir mezin in, lê kurd wan baş nas nakin. Ji van qehremanan yek jî Hemze Axayê ji eşîra Mangur e. Piştî têkçûna Serîhildanê jî liberxwedana xwe didomîne. Lê dawiyê ji alî waliyê Mehabadê Hesen Alî Xanê şîî ve bi bêbextî tê kuştin. Di kitêbê da meriv vî qehremanê miletê kurd ji nivêz ve nas dike.

Şêx Ubeydulah nasyonalîstekî nezin e, tu serokekî kurd li Kurdistanê bi qasî mezin, xurt û xwedî otorîte nebûye, xwestiye kurdan ji bin destê osmaniyan û farisan rizgar bike bike û Kurdistaneke mezin ava  bike. Û gava xurt bûye û dijmin zeîf dîtiye serî hildaye.

Rojê di nabêna 600 û 1000 kesî da çûne zîyareta wî, pê şêwirîne û li şîretên wî guhdarî kirine. Ev, reqemeke pir mezin e, ji bo nan û dankirina hewqas însanî îmkan û organîzasyoneke mezin lazim e.

Di dema Serîhildanê da(1880) hin mîsyonerên emerîkî û îngilîz yên li derdora Wanê, Urmiyê, Tebrîzê, bûne şahidên vê Serîhildana kurdan ya gelkî mezin.

Ji wan mîsyoner û dîplomatan hinekan li ser kurdan û Hereketa Şêx Ubeydulah rojane not girtine, qala gerên xwe yên li Kurdistanê kirine, ji berpirsiyarên welatên xwe ra  rapor nivîsîne, agahiyên bi teferûat dane welatên xwe.

Hinekan ji malbatên xwe ra jî gelek name nivîsîne û di wan nameyan da roj bi roj qala Hereketa Şêx Ubeydulah kirine.
Baran Zeydanlioglu ketiye arşîvên van mîsyoner û dîplomatên emerîkî û ewrûpî û ji nav wan ev berhema hêja derxistiye ortê.

Dema meriv nameyên mîsyoneran dixwîne wek meriv li fîlmekî herbê temaşe bike, yanî hewqasî heyecanê dide meriv.

Meriv roj bi roj bûyeran taqîb dike, serokên Serîhildanê dike, naveroka nameyên ji hin mîsyoneran ra şandine fêr dibe. Ji van mîsyoneran yek jî dostê wî Dr. Josheph P.Cochran e.

Lê çi heyf ev Serîhildana kurdan ya herî mezin piştî 4-5 mehan, di dawiya 1880î da têk diçe. Çimkî kurdan haziriyeke dûr û dirêj nekiribûn, li hemberî artêşeke bi hazirî, xwedî îmkan û cebilxane şerkirina şervanên eşîran zor e.

Piştî demê cebilxane û erzaq dikede, ji mecbûrî dest bi zorê û talanê dikin. Gava xelk malê xwe nade xelkê dikujin.

Her çiqas Şêx Ubeydulah li dij vê derdikeve, sûcdaran ceza dike, malên xelkê lê vedigerîne jî têrê nake, nikane her şervanî kontrol bike.

Kuştin û talana xelkê siwîl, nastûriyan, êrmeniyan û yahûdiyan dibe sebebê welatên Ewrûpa li dijî Serîhildanê bin û piştgiriyê bidin Îranê.

Di Serîhildanê li dora 2000 gundan tên wêrankirin, şewitandin, ji her du aliyan bi hezaran însan tên kuştin û bi hezaran jî ji cî û warên xwe dibin.

Piştî şikestina Serîhildanê kurd zirareke pir mezin dibînin, Îran heyfa Şêx Ubeydulah ji kurdên sûnî digre, bi sedan bi wahşeteke mezin dikujin û gundên wan wêran dikin, bi hezaran jî bi çolan dikevin.

Di destpêkê da tirk dengê xwe nakin, heta Şêx Ubeydulah teşwîqî serîhildanê dikin. Lê dûra bi zexta Îranê, hin welatên Ewrûpa ew jî alî Îranê dikin, dora tevgerê digrin, nahêlin alîkariyên lojîstik jê ra herin.

Îran, Rûsyayê jî dikşîne aliyê xwe, yanî rûs jî piştgiriyê didin Îranê. Ev yek ne bes e, Awustûrya jî çend zabit û gelek sîlehên giran şandine ji Îranê ra.

Piştî Serîhildan têk diçe, di 1881ê da Şêx Ubeydulah teslîmî osmaniyan dibe, wî dibin Stenbolê. Heta 1882a li wir wek girtî dimîne, lê di tebaxa 1882a da ji wir direve, xwe digihîne Nehriyê.

Osmanî dev jê bernadin, dîsa wî digrin û surgûnî Mekkeyê dikin û li wir di cotmeha 1883a da wefat dike.

Dibêjin ji nexweşiya tîfoyê wefat kiriye, lê ez dibêjim vir e, ew kuştin. Lêkolînerên kurd dibê li ser vê yekê bisekinin.

Şêx Ubeydulah pir xwestiya alîkariyê ji îngilîzan bigre, ji bo pir xebitiye, gelek name ji mîsyonerên emerîkî û îngilîz ra şandine. Gelo bi kîjan zimanî nivîsîye?

Xwezî di kitêbê da çend numûneyên van nameyên wî jî hebûna. Di arşîvên van welatan da nameyên wî hene, tunene ez nizanim, lê heger hebin dibê meriv wan bi dest xe.

Weşanxaneya Peywendê dibê vê kitêba hêja tercumeyî kurmancî bike. Gerek ev kitêb bi kurmancî jî hebe. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE