07 oktober 2021

Erdogan: Hûn nebin talibê îdareya welêt ewê ji bo we hîn baştir be !

Erdogan gotiye, hûn îdareya welêt, hilbijartinan, îktîdarê ji bîr bikin ewê ji bo we hîn baştir be....

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganê zorba careke din ji muxalifên xwe ra gotiye heta ez sax bim, hilbijartian û îktîdarê ji bîr bikin.

Mêrik ev yek pir eşkere gotiye:

”Hûn nebin talibê îdareya welêt ji bo we ewê hîn baştir be ! Ez dixwazim viya bîra we xînim.”

Mêrik eşkere dibêje hilbijartinan ji bîr bikin, hûn qezenc bikin jî ez îktîdarê nadim we.

Heta nuha min sed carî ev yek gotiye, Erdogan hetanî sax be, heger bikanibe îktîdarê tu carî bi rehetî, bi hilbijartinan nade. Û va ye ev nêta xwe eşkere kiriye, gotiye hilbijartinan, îktîdarê ji bîr bikin, ez îktîdarê nadim kesî.

Hela em binêrin mixalifên wî ewê çi bikin.

 

XXX

Edebîyat helbet ne ilim e, lê belê bêyî zanîneke edebî jî nabe. Hema her kesê tiştekî bi kurmancî binivîsîne nabe edebîyat; nabe roman,çîrok û şiîr.

Erê edebîyat bi zimên dibe, lê jê ra zanîn û pîvanên estetîk lazim e. Dibê eser bi xwendevan ra hestekî xweş peyda bike, zewqekê bidê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE