Dema meriv nexweş dikeve û bi tenê dimîne meriv li gelek tiştan, li serboriya xwe, li mirinê, li tiştên ewê li pey xwe bihêle difikire.
Yanî meriv muhaseba salên borî dike, min çi kir, çi nekir û dema meriv koçî gerdûneke din kir ewê çi li dû xwe bihêle û ewê çawa were bîranîn?
Em çiqasî bijîn jî emê rojekê bimrin. Her kes viya baş zane. Carnan meriv li wê rojê û li navê, li mîrata ewê li dû xwe bihêle difikire.Xwedayên serdema antîk xwe wek merivên nemir dihesibandin. Lema jî xwe di ser însanên normal ra didîtin.
Lê di sedsala 21ê da êdî kes xeyalekî wiha nake, kes li jiyaneke ebedî nafikire, her kes zane kes nikane nemir be.
Gelek kes dixwazin bi tiştekî xwe, bi berhemek xwe nemir bimînin, piştî mirinê neyên jibîrkirin, kesên zindî wan ji bîr nekin, tim wan bibîr bînin.
Piştî mirinê bi demekê însan di bîra zarok, malbat û hvalên xwe da dimîne. Lê tu hafize ne ebedî ye, bi mirina wan ra ew jî dimre. Lê eser vê hafizayê hinekî dirêj û di hin rewşan da jî nemir dike. Mesela wek Ramsesê II., wek Îskenderê Mezin.
Gelek însan meraq dikin, gelo piştî mirina wan kesên sax ewê di heqê wan da çi bibêjin, çi binivîsin?
Lê her kes zane fêrbûna vê yekê ne mimkûn e, piştî mirinê meriv nikane li zindiyan guhdarî bike. Lê însan dîsa jî viya difikire.
Bes meraqeke beradayî ye. Mirî nikanin li zindiyan guhdarî bikin.
Lê ez zanim piştî ez mirim kinekên bi başî û hinekên jî bi xerabî qala min bikin.Tenê ez nizanim kîjan alî ewê zêde be.
Him merivên nebaş ji başan pirtir in, him jî îdeolojî, siyaset û bawerî însanan neadil, heta carnan jî bêbext jî dike. Lema hukmekî adil tune ye. Hezkiriyên başan jî û yên xeraban jî hene.
Ji bo ku meriv bibe yekî nemir, ya dibê meriv şexsîyetekî mezin be, ya siyasetmedarekî pir bi nav û deng be û mîrat û eserên mezin, şopek li pey xwe hîştibe, ji bo gelê xwe, tiştên mezin kiribe.
Ya jî alimekî, mucîdekî mezin be, ji bo însanîyetê hin keşf û îcadên mezin, muhîm kiribe.
Ya jî nivîskarekî bi nav û deng be, berhemên nemir li pey xwe hîştibin. Mîmar û resamekî meşûr be, hin eserên pir mezin li pey xwe hîştibin.
Kesên wiha bi eserên xwe di hafaza gelên xwe da, di hefiza însanan da nemir dibin. Însan bi mîmariya wan, bi tabloyên wan, bi kitêbên wan, bi keşf û îcadênwan tim û daîm wan bibîr tînin, hafize tim zindî dimîne.
Lê her kes nikane eserên nemir ya jî şopekê li pey xwe bihêle.
Lema jî ya baş meriv serê xwe bi meraqa piştî mirinê ewê li pey min çi bibêjin neêşîne, vê yekê qet meraq neke. Kî çi dibêje bira bibêje, piştî ku meriv nebihîst ne muhîm e.
Meriv nikane serê xwe ji gorrê rake û li xelkê guhdarî bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar